'Êrîş û zextên ku li Efrînê dest pê kiribû hîn berdewam e'
- 09:02 20 Çile 2019
- Rojane
Hesna Mihemed
ŞEHBA- Piştî ku Efrînê hat dagirkirin û şûnde êşên ku vê dagirkeriyê bi xwe re anîn berdewam dikin. Piştî dagirkeriyê li Efrînê qetilkirin, dijî û revandin berdewam dike.
Reva welatiyên Efrînê ya ji ber zilma dagirkeriya dewleta tirk û komên hevkarên wê berdewam dike. Kesên ku dixwazin xwe ji Efrînê ji ber êrîşên dagirkeran rizgar bikin û berê xwe didin Kantona Şehbayê ku ji bo berxwedana xwe bidomînin li ser riyan bi gelek zor û zahmetiyan re rûbirû dimîn. Ji van jinan yek jê jî Hevîn Mistafa ye ku berî bi demeke kurt bi riya revê ji Efrînê rizgar bûye û berê xwe daye Kantona Şehbayê ye.
Jina bi navê Hevîn Mustefa ku ji Kantona Efrînê ye û berî bi demeke kurt de ji Efrînê zirgar bûye wiha bahsa zahmetiyên ku kişandine dike: "Em li Efrînê bi pênc zarokên xwe re dimam, dema ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir. Lê me li ber xwe da. Piştî ku dewleta tirk Efrîn dagir kir, me berê xwe da Kantona Şehbayê. Lê çeteyan pesnê Efrînê didan û digotin ku Efrîn ji berê xweştir bûye. Piştî du mehan em vegerîn Efrînê lê me rewşa xirab bi çavên xwe dît.”
'Em hatin xapandin'
Hêvînê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi gotinên çeteyan hatin xapandin û piştî ku çûn Efrînê dîtin ku rewş ne weke ku hatiye gotin e. Hevîn wiha berdewam kir: "Piştî ku em vegerîn Efrînê bi rastî tiştên me dît gelek zahmet bû. Di hundir Kantona Efrînê de ji aliyê çeteyên deweta tirk ve ji qetilkirinê bigre, heta dizî, xwestina peran û revandina mirovan gelek pêkanînên din yên dijmirovî dihatin kirin."
'Li navçeya Bilbilê û derdora wê telefon hatine qedexekirin'
Ji aliy dewleta tirk ve axaftina bi telefonê û li ser xwe gerandina telefonê li navçeya Bilbilê û derdora wê hatibû qedexekirin. Li ser gelê li Efrînê her zext hebûn. Hêvînê wiha berdewam kir: "Çeteyan dixwest ku gel ji wan re her tiştî bikre û ji aliyê madî û manevî ve gel talan dikirin. Lê me nikaribû ku di bin zilma çeteyan de bijîn û me carekedin berê xwe da Kantona Şehbayê ji bo ku em azad bijîn. Niha em li navçeya Ehdas ya girêdayî Kantona Şehbayê jiyana xwe berdewam dikin.Êrîş û zextên ku li Efrînê dest pê kiribû hîn berdewam e.”
Di dawiya axafina xwe de Hêvînê da xuyakirin ku ew ê Efrînê ji destê dewleta tirk û çeteyan azad bikin, ji ber ku Efrîn ya gelê Efrînê ye.