Ji bo jinên Hesekê semîner hat dayin
- 08:49 20 Çile 2019
- Rojane
HESEKÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ya şaxê Hesekê semînerek li ser şerê taybet da.
Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ya Şaxê Hesekê semîner li ser Şerê taybet li navenda Rewşenbîran ji bo jinên taxa Til Hecer dan. Semîner ji aliyê Endama Rewşenbîran Kewther Merdînî ve hat dayîn .
Di semînerê de hate gotin ku di riya şerê taybet de li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin û wiha hat ravekirin: "Bi riya Şerê Taybet çanda mirov tê helandin, helandina çandê jî helandina dîrok û nasnameya mirovan e. Her wiha bandorek neyînî li ser exlaqê civakê jî dike."
Di semînerê de di riya çand û hunerê de rewakirina şerê taybet jî hat ziman û wiha hat vegotin: "Ji bo rê li hember şerê taybet were girtin, pêwistiya mirov bi perwerde û zanebûnê heye."
Semîner bi niqaşên li ser şerê taybet û cureyên wê bi dawî bû.