Li hesekê biruya Weqfa Jina Azad hat vekirin
- 17:06 19 Çile 2019
- Rojane
HESEKÊ - Li Bajarê Hesekê buroya Weqfa jina Azad bi merasîmekê hate vekirin.
Îro li taxa Miftî ya Bajarê Hesekê buroya Weqfa jina Azad bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên Weqfa jinan ya Qamişlo, nûnerên saziya civaka sivîl bi merasîmek hate vekirin.
Merasîm bi rêzgirtinê hate despêkirin. Paşî axaftin ji aliyê Endama Rêveberiya Weqfa jina Azad a Kantona Hesekê Xewla Hewas ,Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdulah ,Cîgera Hevseroka Kantona Hesekê Meha Şabo û Rêvebera Komîteya lihevanînê Siltana Îzo ve hatin kirin û vekirina buroyê li hemû jinan hat pîrozkirin. Jinan di berdewamiyê de wiha gotin: "Jinan kirin ku jin xwedî rolek pir girîng û di hemû qadên civakê de xwe isbat kiriye be. Di heman demê de jî jin xwedî avakirina civakek bi exlaq û polîtîk e. Her wiha Weqfa jina Azad dê têkoşîna jinan zêde bike û bixin xizmeta dozên jinan û zarokên wan.”
Paşê deriyê buroyê ji aliyê Siltan Hesekê ve dayika şehîd Îdrîs ve hat vekirin.
Merasîm bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê koma ronak ve bi dawî bû.