Du dewreyên Akademiya Mezopotamiyayê qediyan

  • 15:40 19 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Akademiya Mezopotamiyayê bi şahiyek ji bo bidawîbûna du dewreyên 5 û 6"e mîn ji xwendekarên Akadimiyê re li dar xistin.
 
Akadimiya Mezopotamiyayê şahiyek ji bo bidawîbûna du dewreyên 5"emîn ku 23 kes derbasî dewereya 6"e mîn bûn ji bo 46 kesî li dar xist. Di şahiya ku hat lidarxistin de  ji xwendekarên akadimiyê, hemû saziyên sivîl û rêveberiya Xweser, xwendekarên zaningehê amede bûn.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser navê Desteya Perwereya Civaka Demokeratîk Semîra Hac Elî, bi navê buroya Têkiliyên diplomasî yên TEV_DEM'ê jî Aldar Xelîl axivîn.  Di axavtinên hatin kirin de wiha hat gotin:"Em vê dewereya 5'e mîn û 6'emîn li serok Apo, li hemû xwendekar û kesên amade pîroz dikin. Herwiha bi minasebeta salvegera êrîşên li ser Efrînê em êrîşên li ser gelê me hatin kirin şermezar dikin." 
 
Di dawiya şahiyê de spasname  hemû xwendekaran hat belavkirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî kirin.