Tevgera Kevena Zêrîn meşek li darxist

  • 14:35 19 Çile 2019
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Di pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn de bi dirûşma "Bi pîvanên  netewa demokratîk têkoşînê bikin, Efrîn rizgar bikin"  bi armança şermezarkirin 20'ê çileyê  meşek li Kampa Serdemê ya girêdayî kantona Şehbayê li dar xist.
 
Bi tevlibûna Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Meclîsa Kampa Serdemê, gelê Kampê  Serdemê. Di pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê ya Kevena Zêrîn de, bi dirûşma "Bi pîvanên  netewa demokratîk têkoşînê bikin, Efrîn rizgar bikin"li Kampa Serdemê bi minasebeta  Salvegera êrîşên li ser Efrînê meşek hat lidarixsitn. Di meşê de gelek wêneyên birîndar û  şehîdên Berxwedana Serdemê û pankertên bi nivîsên  " Efrîn rûmeta me ye, Çand beden e li  bedena xwe xwedî derkevin, Efrîn ya me ye.' hatin hilgitin.
 
Piştî deqyek rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn axavtin hat kirin,  di axavtinan de bal hat kişandin ser hewildanên  tunekirina çanda Gelê Kurd, û têkoşînê li  hemberî tunekirinê."
 
Ji kesên ku beşdarî meşê bûn  Endama Çand û Hunerê Sîme Nebo wiha got:"Armanca me ji  vê meşê şermezarkirin êrîşên ku 20'ê çileyê de li ser Efrînê dest pê kirin. Çiqas Erdogan û  hevkarên xwe êrîşî me bikin jî  em ji çand û axa xwe dûr nakevin, em ê dîsa çanda xwe  vegerînin Efrînê."
 
'Em ê vegerin Efrîna xwe'
 
Zarokê bi navê Mihemed Nûr Henan ji navçeya Şêrewa ya Efrînê jî bi van gotinan hestên xwe  anîn ziman :"Erdogan wek îro êrîşî me kir, em ê carek din vegerin Efrînê û li bin darê  Zeyîtûnan bi çanda xwe bijîn û  li dibstanê xwe bixûyînin."
 
Zaroka bi navê Besme Husên ji navçeya Reco ya Efrînê jî ev tişt got:" Em îro weke zarokên  Efrînê tevlî vê meşê bûne ji bo vegera Efrînê.  Erdogan çiqas êrîşî me bike em ji çanda xwe  dûr nakevin."
 
Endama Çand û Hunerê Leva Ebdo a ji navçeya Cindirêsê ye wiha nêrînên xwe bi me re  parve kirin:"Em îro tevlî vê meşê bûne ji bo Efrînê, çiqas êrîş li ser Eîfrnê pêkbên jî me dîsa  jî dest ji çanda xwe berneda, em ê axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin."
 
'Em ê çanda xwe biparêzin'
 
Endama Çand û Hunerê Zîlan Sîdo ji navçeya Cindirêsê anî ziman ku ew wek jinên Kevena  Zêrîn û Çand û Hûner bi armanca şermezarkirina êrîşên 20'ê çileyê ku hatin destpêkirin li ser  Efrînê ji bo rizgarkirina Efrnê serî li bermberî dagirkeriyê hildin û têk bibin.
 
Endama Kevana Zêrîn Denîz Ibrahîm jî wiha dibêje:" Bi armnca şermezar kirina êrîşên li ser  axa me pêkhatin, û hewldanên tunekirina çanda me û bi taybet çanda jinên Efrînê me ev meş li  darxist, em ê li ser piya bin ji bo vegera ser axa xwe." 
 
Newroz Sulêman jî endama Kevana Zêrîn axivî û got:" Em ê çalakiyê xwe her bidomînin, em  ê vegerin axa xwe, çanda xwe, darên zeyîtonê xwe. Ji bo rizgarkirina Efîfnê her tiştî bikin."
 
Meş bi diruşmên' Bijî çanda gelê kurd, Bijî berxwedana Serdemê, Bijî Serok Apo' bi dawî  bû.