'Li Amedê mîtînga 'Leyla Guven rûmeta me ye' dest pê kir

  • 13:23 19 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Mîtîgna ku ji aliyê HDP'ê ve bi armanca balkişandina  tecrîda li se Abdullah Oclana û çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven tê lidarxisitn li Qada Îstasyonê dest pê kir.
 
Mîtînga ku wê ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 73'emîn de li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û ya 239 girtiyên siyasî di pêşngiya HDP'ê de bi dirûşma "Demokrasî Azadî û û Adaletê" li Qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlibûna bi hezaran hat destpêkirin. Di mîtînga ku ewlehî di asta herî jor de hat girtin, ji sê milan ve gel ket qadê. Li qadê pankartên bi dirûşmên "Leyla Guvan gel e", "Em dayikin cîhaneke bê şer dixwazin" û "Leyla Guven Rûmeta me ye" hatin vekirin. Kesên ku ji bo tevli mîtîngê bibin bi konvoyan ji Mêrdîn, Şirnex û Êlihê hatin bi drûşman ketin qadê.
 
Kesên ku ketin qadê dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" Leyla Guven Rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana Leyla berz kirin. Bi çebik û lîlandinê ji pişt barîkatan ji kesên tevli mîtîngê bûn re hat dayîn. Herwiha koçerên ku ji Êlihê hatin bi cil û bergên koçera tevli mîtîngê bûn û reng dan qadê.