'Bi hevalbendiya pênûs û çekê rakirina metirsiyan pêkan e'

  • 12:52 19 Çile 2019
  • Rojane
KOBANÊ - 3'emîn  Konferans a Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi beşdariya 100 delegeyî û mêvanên ku ji Herêma Cizîrê tevlîbûn  li hola Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir. 
 
3'emîn  Konferans a Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi beşdariya 100 delegeyî û mêvanên ku ji Herêma Cizîrê tevlîbûn bi dirûşma "Bi hevalbendiya pênûs û çekê rakirina metirsiyan pêkan e"  li hola Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir. 
 
Salona ku konferans lê tê lidarxistin bi pankart û wêneyên rewşenbîrên kurd hat xemilandin. Li salonê pankarta bi gotina helbestvanê navdar Cegerxwîn ku dibêje ‘Eyî kurdino, bibin yek, eger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek’ û  gelek posterên rewşenbîrên navdar hatine daliqandin. 
 
Konferansa 3'emîn a Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê li ser rewşa Kantona Kobanê tê li darxistin. Piştî deqeyek  rêzgirtinê pênc kes ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Ji bo axaftina vekirinê endama  Rêveberiya rewşenbîrên bakurê Suriyê Sarya Muhemed  axavtina vekirinê kir.  Sarya di axavtina xwe de bal kişand ser salvegera dagirkirina Efrînê û erka ku dikeve ser milê rewşenbîran. 
 
Tê payîn ku wê konferans heta seatên êvarê berdewam bike.