Kurdan ji Mexmûrê bang kir: Em ji jiyan û ewlekariya Rêberê xwe bi gûman in
- 12:38 19 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrita girankirî û ji bo hemû berxwedêrên di zindanan de ku ketin Çalekiya Girêva birçîbûnê, li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlibuna Şêniyên Wargehê ji bo raya girştî daxuyani hat dayin. Daxuyani ji aliyê Evin Tayboga ve hat xwandin û beri ku daxuyani were xwandin li ser giyanê Şehîdan rêz hat girtin.
Daxuyani wiha ye: “Divê raya gîştî bibîne ku em Gelê Kurd jI bo Rêbertiya xwe di qonaxa heri hesas û kiritik re derbas dibin, ji ber ku tecrita li ser Rêber Apo tê meşandin gihiştiye asta metirsidar. Ji xwe hiştina wi ya di Îmraliyê de bi serê xwe binpêkirina mafê jiyan û tendurustiya wî ye .Birêz Ocalan Rêbereki bi qasî ku ji bo azadiya Gelê Kurd tekoşin meşandiye, ewqas jî ji bo ku gelê Rojhilata Navîn di nava aştiyê û wekheviyê de bijîn hewildanên giring kirine û tekoşînek bê hempa meşandiye. Tecrîta ku li ser wî tê pêkanin ,li ser azadîya kurdan û li ser aştiya gelê Rojhilata Navin tê pêkanîn.”
'Jiyan û ewlekariya Rêberê me ji bo me girîng e'
Di berdewamiya daxuyaniyêde wiha hat gotin: “Em weke niştecihên Wargeha Mexmûrê ji jiyana, ewlekarî û Tendirûstiya Rêberê xwe guman dikin. Birêz Ocalan ji bo azadiya Gelê Kurd û rêxistinbûna wî ket navhewildanekî bê sinor û tekoşinek mezin meşandiye. Ji ber van sedeman jiyan,ewlekari û tendurustiya wî ji bo me di asta jiyanî de ye. Em ji weke kesên ku 25 sale di şert û mercên penaberiyê de dijîn, wekî çavkaniyê xwe ya moral û berxwedan birêz Ocalan û perspektifên wî yên azadî û tekoşinê dibînin."
Ji bo saziyên navneteweyî bang hat kirin
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Bila tevahî raya gişti bizane ku wê Gelê Kurd tu wextan fêrî jiyanek bê Serok nebe. Em weke Gelê Kurd bi teybetî jî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dibêjîn ku bila di serî de CPT, YE, NY û hemu kesên ku xwe wekî parêzvanên mafên mirova dibînin di çerçoveya wijdan, ehlaq mirovahiyê de guh bidin daxwaza ku ji zindanan bilind dibe û berpirsyariya xwe pêk binin.”
Daxuyani bi duruşma “Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok Jiyan nabe’ ‘Bijî berxwedana Zindanan” bi dawî bû.