Serlêdana malbatên xwestin biçin Îmraliyê hat redkirin

  • 11:14 19 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtina malbata Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din, red kir.
 
Xwişk, bira û vasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, Mehmet Ocalan û Mazlum Dînç ji bo bi Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, lê Serdozgeriyê daxwaza malbat û vasiyê Abdullah Ocalan red kir.
 
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî ji bo biçin hevdîtinê, bi riya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kir.
 
Dozger bi hinceta “Sînordarkirina mafên hikumxaran” a “Qanûna Derbarê Înfazê ya Tedbîrgirtina Ceza û Ewlekariya Hejmar 5275’an” cih digire, serlêdanên malbatan red kir. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan piştî hevdîtina ji11'ê Îlona 2016'an û vir ve yekem car di 12'ê Meha Çileyê de çû hevdîtinê.