Ji bo Mîtînga Amedê konvoy ketin rê
- 11:11 19 Çile 2019
- Rojane
AMED - Li dijî tecrîdê û ji bo piştevaniya grevên biçîbûnê yên li grtîgehan li dijî tecrîdê hatine li darxisitin li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng bê lidarxisitn. Ji bo tevli mîtîngê bibin ji Mêrdîn û Şirnexê jî welatiyên ku wê tevli mîtîngê bibin bi konvoyan ketin rê.
Mîtînga ku wê ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 73'emîn de li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û ya 239 girtiyên siyasî di pêşngiya HDP'ê de bi dirûşma "Demokrasî Azadî û û Adaletê" li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 12'an de dest pê bike. Di mîtînga ku wê bê lidarixstin de wekî axaftvan Hevseroka HDP'ê ya Giştî pervîn Buldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan tevli bibin. Ji ku tevli mîtîngê bibin bi dehan Şirnexî û Mêrdînî jî bi konvoyan ketin rê. Di nava kesên ku ketin ser riya Amedê de parlamenterên Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş û rêveberên HDP û DBP'ê yên Şirnex û Mêrdînê jî hene.