Li Atolyekê 2 jê zarok 3 karker ji ber dûmana sobeyê mirin

  • 10:42 19 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Li Bayrampaşa, 2 jê zarok 3 karkerên di atolyeya tekstîlê de razan ji ber dûmana sobeyê jiyana xwe ji dest dan. Zarokekê ji dûmanê jehrî bû jî rakirin nexweşxanê. Piştî bûyerê xwediyê kargehê hat binçavkirin û deriyê kargehê hat morhkirin. 
 
Li atolyeyeke tekstîlê ya Kolana  Gursoy a Taxa Terazîdere ya Bayrampaşa ya Stenbolê 2 jê zarok 3 karkerên bi şev di atolyeyê de razan ji ber dûmana sobeyê jiyana xwe ji dest dan. Karkerên di atolyeyê de dixebitin, gava dîtin xwe nagihînên hevalên xwe yên di atolyeyê de bi şev razayîn, çûn atolyê. Karkerên ketin hûndir atolyeyê dîtin ku hevalên wan Hakan G., Cûma Ç., û yakûp Y., bê tevgerin û rewşa Umît G. ne başe.  Karkeran li ser vê li polîs û Servîsa Lezgîn a 112’an geriyan. Karkeran hevalê xwe Umît G. derxistin der ji bo nefese bigire. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, di kontrola kirin de, diyar kirin ku Hakan G., Cûma Ç., û Yakûp Y., jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ekîbên tenduristiyê Umît G., ê jehrî bûyî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Bagcilarê. Hat diyar kirin ku rewşa Umît G. krîtîke.  Polîsên ku li cihê bûyer lêpirsin kirin, dan zanîn ku 3 karker ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyê 3 karkeran rakirin Morga Tipa Edelî ya Yenîbosna ya Stenbolê. 
 
Atolye bê ruhst derket
 
Ekîbên şaredarî û polîsan tespît kirin ku rûxseta kargehê tuneye û hemû karker jî bê sîgorta hatine  xebitandin. 
 
Xwediyê atoleyê hat binçavkirin 
 
Polîsan piştî lêkolîn û lêpirsîna kirin, xwediyê kargehê Huseyîn E. yê 24 salî binçav kirin. Polîsan Huseyîn E. piştî kontrola tenduristiyê bibin Midûriyeta Polîsan a Bayrampaşa.