Nasnameya jina li Avcilarê hat qetilkirin diyar bû

  • 10:36 19 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Hat diyarkirin ku li Avcilarê jina li malê qetilkirî hat dîtin Aysheh Khalîl e û gûmanbar jî mêrê pê re zewicandî ye.
 
Li ser agahiya kesên derdorê polîsên ku hatin li Avcilara Stenbolê deriyê malekê şikandin û ketin hundir jinek qetilkirî di malê de tîtin. Hat diyarkirin ku cenaze aîdê jina Urdunî ya bi navê Aysheh Khalîl e.
 
Di lêkolînên ku hatin kirin de derket holê ku Aysheh û mêrê pê re zewicandî A.A. berî bi 9 rojan bi hev re ev avahî kirê kirin.
 
Dayika Ayshehê jî ji bo keça xwe serlêdana winda ye li polîsan kiribû û hat diyarkirin ku A.A. yê gûmanbar ku lêgerîna wî heye jî bi du zaroên xwe re çûye Urdunê.