‘Em naxwazin ji girtîgehan agahiyên xemgîn bigirin’
- 10:34 19 Çile 2019
- Rojane
WAN - Jinên Wanê yên piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û girtiyên din gotin: “Divê hikûmet bêdengiya xwe xera bike. Em naxwazin agahiyên ku me xemgîn bikin ji girtîgehan bên. Êdî dema şikandina tecrîdê hatiye."
Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û çalakiya wê îro di roja 73’emîn de berdewam dike. Jinên Wanê ên ku xwestin daxwazên Leylayê bên qebûlkirin piştgiriya xwe pê re ragihandin.
Divê her kes xwedî li vê çalakiyê derkeve
Ji jinên piştgiriya xwe bi Leylayê re ragihandin û gotin bila tecrîd bi dawî bibe Aysel Adiyaman ya li taxa Hacibekîr a Îpekyol a Wanê dijî, diyar kir ku Leyla û girtiyên din ji bo Gelê Kurd bedena xwe dane ber mirinê û ji ber vê jî divê her kes xwedî li girtÎ û daxwazên wan derketin. Ayselê ev tişt anî ziman: “Em dixwazin tecrîd bişkê û gel di aramiyê de bijî. Rewşa Leylaê nebaş e. Em naxwazin cenaze ji girtîgehê bên. Divê dewlet bêdeng nemîne. Divê demildest dawî li tecrîdê bê."
'Divê hikûmet berpirsiyariya xwe bi cih bîne'
Feleknas Adiyaman jî destnîşan kir ku hikûmet berpirse ku çareseriyê pêk bîne û got: “Ez bang li desthilatdariyê dikim. Divê bêdeng nemîne. Em naxwazin kes bimrin. Ev zilm li ser Gelê Kurd e. Êdî bes e. Divê dawî li tecrîdê bê anîn.”
Fedîla Abî û Îlkay Goren jî banga bidawîkirina tecrîdê kirin û danxuyakirin ku ji bo rakirina tecrîdê divê her kes rabe ser piyan û bêdeng nemînin.