Jinên Botanê:Leyla me hînî berxwedanê dike
- 09:28 19 Çile 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdê ev 73 roj e di grevê de ye, ji her derê piştgiriyê dibîne û jinên Botanê jî piştgirî dan û gotin: “Hevala Leyla ev 73 rojin ji bo me li ber xwe dide. Leyla bi navê xwe dengê xwe hêzê dide me hemûyan."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û çalakiya wê ket roja 73’emîn. Rewşa Leyla Guven hatiye asta krîtîk û bêdengiya hikûmetê ya li hember berxwedana Leylayê didome. Jinên Botanê bertek nîşanê bêdengiyê dan.
Jinan der barê çalakiya Leyla Guven û girtiyên din de wiha gotin:
Yildiz Elçîoglu:Em silavê ji hemû girtî û Leyla Guven re dişînin. Gotin êdî bêwatene. Em çi bêjin vala ye. Hemû daxwaz û derdê gelê Kurd niha li ser milê wan e. Bila tecrîd lanet be. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê her kes bertek nîşanê vê bide. Divê her kes tiştên diqewime bibîne.
‘Leyla Guven 73 rojan ji bo me li ber xwe dide’
Muzeyyen Înan: Ez tecrîdê lanet dikim. Ez polîtîkayên li ser girtiyan lanet dikim. Berxwedana wan pîroz dikim. Wan silav dikim. Ez li ser navê hemû jinên Botanê li ber berxwedana wan serî ditewînin. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim; Bila deng bidin vê berxwedanê û em bi hev re vê tecrîdê bişînin. Em jinên Bodanê hemû Leylane û em dengê wê ne.
Elîf Akil:Divê em tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bişînin û bibin dengê Leyla Guven. Divê jinên ciwan bibin dengê wan. Ez dewleta Tirk şermezar dikim. Em dixwazin bibin dengê wan. Em ji bo Leyla Guven dixwazin heta dawî dengê xwe derxin.
Emîne Çelebî: Leyla Guven êdî nikare avê jî vexwe. Ez berxwedana wan silav dikim. Em jinên Kurd heta dawî li pişt wan e. Botan wê heta dawî daxwaza wan biqêrîne. Deng û navê Leyla Guven hêzek mezin dide me hemûyan. Em heta dawî li pişt çalakiya wan e. Ez wan hemûyan silav dikim."