25 salên Enqereyê: Ji paytextek ku bênasname dihêle berbi bajarekî dekorê

  • 09:14 19 Çile 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Seroka Odeya Mîmaran a Edenê Tezcan Karakuş Candan, diyar kir ku Melîh Gokçek û rêveberiya AKP’ê paytext 50-60 sal şûnde biriye û estetîka bajar hatiye tunekirin, hemû qad ji rantê re hatine vekirin. Tezcanê ev tişt got: “Bajarekî ku ne dostê jina ye afirandine.Di 25 salan de Enqere hatiye rewşek nayê naskirin. Rihê wê guherî. Paytext ji nasnama wê anîn rewşa bê nasnamebûnê. Estetîka bajar hat tunekirin. Her tişt wek dekor derxistine pêş me.”
 
Îbrahîm Melîh Gokçek ku 25 salan şaredariya Enqereyê kir ji rêveberiya AKP’ê re li bajar gelek qad ji rantê re vekir. Bi fiskiye, dînozorên mezin û robotokan estetîka bajar hat tunekirin û bi lêçûnên mîlyon lîra gelek qad ji projeyên rantê re hatin vekirin. Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re demek kurt ma û seroka Odeya Mîmarên Enqereyê Tezcan Karakuş Candan der barê estetîk û 25 salên bajar de axivî.
 
*Enqere nêzî 25 sale ji aliyê Melîh Gokçek ve tê birêveberin. Nasname û bingeha bajar di vê pêvajoyê de çawa guherî?
 
Melîh Gokçek 23 salan bajar bi rêve bir. Piştî wî di dema AKP’ê de jî 2.5 derbas bû. Şaredariya 25 salan ji bo paytextekê gelek dirêje. Ji 4’ê yekê dîroka komarê şaredariya AKP’ê birêvebiriye. Ji ber vê tunekirina nasnama paytextê û valakirina naveroka wê mijara gotinê ye. Em bi pêvajoya xizankirinê re hatine rû hev. Di vê pêvajoyê de polîtîkayên plankirina bajarvanî nehatin şopandin. Enqere bû qada pêkanîna polîtîkayên rantê ya neolîberal. Nirxa xwe winda kir. Gelek qirkirin hat jiyîn di dema AKP’ê de. Parzûnkirina bendava Çubuk hat hilweşandin. Avahiya Îller û Etîbank hat hilweşandin. Avahiya Daniştayê hat hilweşandin. Qerekola Çewlîga Daristana Ataturk hat hilweşandin. Stadyuma 19 Mayis hat hilweşandin. Dixwazin statyuma Cebesî bê hilweşandin. Dixwazin taxa Saraçoglu bifroşin. 
 
*Li Enqereyê avahiyên hatin çêkirin di qada cemawerî de hat rojevê. Heta bûn mijara qerfê. Robokot, pisîk û her wekê din. Nirxên berhemên hunerî çawa hatin têkbirin di vê pêvajoyê de?
 
Di 25 salan de paytext 50-60 salan şûnde ket. Niha bi çêkirina Qesra Kaçax re Daristana Ataturk bi giştî texrîb bûye. Dîsa bi dixwazin di bin Guvenpark de otoparqê çêbikin. Plan dikin di bin parqa Zafer de otopark bê çêkirin. Parka Abdî Îpekçî ji qada cemawerî dur dikeve. Parka Gençlîk jî wisa ye. Van deran bi dikin baxçeyê dawî yê polîtîkayên rantê. Mînak Gara TCDD di komarê de hat vekirin. Bi trîna Lezgîn re TCDD kirin wek dekorê. Anitkabîr û Keleha Enqereyê ku her der didît, îro ev perspektîfa xwe winda kiriye. Sîuleta bajar xera bûye. Yek ji xerabûnên nasnameya bajar jî amblema Paytextê bû. Ev amblem hat guhertin. 
 
*Armanca van avahiyan hunerî bû an jî fikarek din hebû?
 
Ji bo estetîka bajar peyker girîngin. Hemû peykerên hunermendan çêkiribûn di dema Melîh Gokçek û AKP’ê de hat tunekirin.
 
 Di ketina Enqereyê de 5 derî çêkirin.Gelo nirxek wê ya hunerî an jî dîrokî heye an na? 
 
Tune. Lê nirxek wê ya rantê heye.  Her buhayê deriyekî 5 mîlyon lîra ye. Di dema AKP’ê de tiştê nebaş li her derê belav bû. Sûlavên çêker çêkirin. Piştre bi pêkanîna Melîh Gokçek li her derê sûlavên çêker belav bûn. Di demên dawî de li aliyê bakurê Enqereyê lambeyên neon hatin bicihkirin. Tevî ku ev jî mînakek nebaşb û li nokteyên cuda yên Anatolyê belav bû.
 
*Wek we jî got di 25 salan de dîrok û nasnama bajar guherî. Hun dixwazin der barê vê de çi bêjin?
 
Di esasê de di vê pêvajoyê de kalîte bi giştî tune bû. Em hilberînek baş nabînin. Hemû berhemên bi îhalê hatine dayîn dekorin. Lê tiştên divê em der barê bajaran de çêbikin divê mayînde bin. Bi mayîndebûnê re di hiş de jî tên parastin. Ji ber vê Abîteya Ataturkê a Ulusê, Abîdeya Eller a Parka Abdî Îpekçî, Abîdeya Guven a Guvenpark hişê demê îfade dike. 
 
*Navê gelek cihan jî hat guhertin. Hun vê çawa dinirxînin?
 
Navê kolanan hat guhertin. Ev tevgereke derbarê paqijkirina hişê me de ye. Ev cihên ku çi li ku hatiye jiyînê bûn. Taybetiyek wisa ya Ulus û Kizilay hebû. Guherîna navê kolanan darbeyek mezin a li hişê me ye. Navê Qada Tandogan kirin Anadolu. Qada Kizilay kirin Qada Îrada Netewî ya 15’ê Tîrmehê. Lê her kes ji wir de dibêje Qada Kizilay. Hemû desthilatdariyan hewl da muxalaeyê derdor û mîmariyê bike. Ji ber ev mayînde ne. 
Bajar bi çanda jiyanê teşe dibe. AKP li ser dijiminahiya jinê tevdigere. Ji ber vê jî em bi sererastkirinên dij wekheviya zayenda civakî re tên rû hev. Dema terza jiyanê cuda be vê carê di alî zîhniyetê de ji hebûna jinê nerehet dibin. Ji ber vê jî bajarê ku ne dostê jinê ye afirandin. 
 
* Di dawî de tiştê ku hun dixwazin bêjin heye an na?
 
Me wek Odeya Mîmaran a Enqereyê bîlançoya 25 salan derxist. Me rapora xesara ku Melîh Gokçek kiriye derxist. Ev demek dirêje em dixwazin paytexê diparêzin. Divê ev bajar ji dîlgirtiyê xilas bibe û dema xilas bibe jî peywira ji nûve çêkirinê dikeve ser milê Odeya Mîmaran. Namzetê AKP’ê yê Enqereyê Mehmet Ozhasekî projeyên xwe daxuyand. Rexneyên me hebûn. Ev jî tê wateya AKP wê 5 salên din jî paytextê texrîb bike. Me projeyên Mansur Yavaş bi berfirehî nedît. Em ê bi pisporên xwe re binirxînin.