ROJEVA 19'Ê ÇILEYÊ 2019'AN
- 09:00 19 Çile 2019
- Rojev
*Endamên Weqfa Jina Azad yên ku li Kampa Roj xizmeta gel dikin gotin:"Ji bo koçberan em her hewl didin. Armanca me ew e ku jinên li vir ji bandora şer a ne baş dûr bikeven û jiyanek azad bijîn."DÎMEN HEYE
*Dayikên berxwedêran ên Efrînê derbarê salvegera berxwedana serdemê de anîn ziman ku bi têkoşîna gelê Efrînê li dîrokê serkeftinek nû zêde bû û wiha gotin:"Em ê heta dawiyê bi dirûşmeya Efrîn a me ye têkoşîna xwe bidomînin."DÎMEN HEYE
*Salek û nîv di ser bûyera gundê Talê re derbas bû, lê hîna kesên ku fermana komkujiyê dan nehatine dîtin û bi awayekê gumanbar dosya hat girtin. Hevjîna Mehmet Temel yê ku di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest da Naciye Temel axivî û got ku kujer aşkere ne, divê hesab bidin. DÎMEN HEYE
*Nîlufer Erîk Yilmaz a ku namzeta hevşaredara HDP’ê ya Qoser a Mêrdînê ye anî ziman ku îktîdara AKP’ê beriya sê salan bi qayimên ku tayînî şaredariyên DBP'ê kirin re destkeftiyên jinan hedef girtin û anî ziman ku ew piştî 31'ê Adarê dema ku şaredariyên xwe ji nû ve bistînin wê hemû saziyên jinan ên ku hatine girtin ji nû ve vekin. DÎMEN HEYE
*Jinên Wanê yên piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û girtiyên din gotin: “Divê hikûmet bêdengiya xwe xera bike. Em naxwazin nûçeyên nebaş ji girtîgehan bê. Êdî dema şikandina tecrîdê hatiye. BI DÎMEN
*Seroka EMEP'a Îzmîrê Emîne Uyar diyar kir ku qedexekirina berxwedana ÎZBAN'ê feraseta şaredariyên AKP û CHP’ê nîşan dide û got divê karker şûnde gavê navêjin û wiha got: “Têkoşîn mafekî ku ji aliyê karkeran ve hatiye qezenckirine ye. Tevî ev maf hatiye qedexekirin jî divê dîsa bê bikaranîn.” BI DÎMEN
*Hevseroka KCD'ê parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdê ev 73 roj e di grevê de ye, ji her derê piştgiriyê dibîne û jinên Botanê jî piştgirî dan û gotin: “Hevala Leyla ev 73 rojin ji bo me li ber xwe dide. Leyla bi navê xwe dengê xwe hêzê dide me hemûyan." BI DÎMEN
*Zeynep Demîr ya DBP’î diyar kir ku piştî qeyûm tayînê şaredariya Farqînê bûye şûnde pisgisrêkên mezin dijîn û di 3 salên dawîn de nifûsa biyanî li navçeyê zêde bûye, îstîsmar û bikaranîna hişbirê jî zêde bûye. Zeynebê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li Farqînê polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin û divê li dijî vê alternatîf bên pêşxistin û ji vê saetê şûnde AKP nikare şaredariyê jî bigire.
Seroka Odeya Mîmaran a Edenê Tezcan Karakuş Candan, diyar kir ku Melîh Gokçek û rêveberiya AKP’ê paytext 50-60 sal şûnde biriye û estetîka bajar hatiye tunekirin, hemû qad ji rantê re hatine vekirin. Tezcanê ev tişt got: “Bajarekî ku ne dostê jina ye afirandine.Di 25 salan de Enqere hatiye rewşek nayê naskirin. Rihê wê guherî. Paytext ji nasnama wê anîn rewşa bê nasnamebûnê. Estetîka bajar hat tunekirin. Her tişt wek dekor derxistine pêş me.”BI DÎMEN