Namzeta HDP’ê ya Qoserê: Pergala dewletê ji jinan ditirse
- 09:08 19 Çile 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN- Nîlufer Erîk Yilmaz a ku namzeta hevşaredara HDP’ê ya Qoser a Mêrdînê ye anî ziman ku îktîdara AKP’ê beriya sê salan bi qayimên ku tayînî şaredariyên DBP'ê kirin re destkeftiyên jinan hedef girtin û anî ziman ku ew piştî 31'ê Adarê dema ku şaredariyên xwe ji nû ve bistînin wê hemû saziyên jinan ên ku hatine girtin ji nû ve vekin.
Nîlufer Erîk Yilmaz a ku namzeta hevşaredara HDP’ê ya Qosera Mêrdînê ye di sala 1962’an de li gundê Qurdisê yê navçeya Qoserê hatiye dinê. Nilufer bi malbat xwe re di sala 1973’an de ji ber bavê wê hevşaredarê Qoserê bûye li navçeyê bi cih bûne. Nîlufera ku dibistan heta lîseyê xwendiye ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê xwendina xwe berdewam nekiriye û diyar dike ku jiyana wê zor û zehmet derbas bûye, di dema darbeya 12'ê Îonê ya 1980'yî de ew û bavê xwe ji ber xebatên xwe yên siyasî hatine girtin û heta niha di nava xebatên siyasî de cih digre.
Nilûfer di berdewamiya axafitna xwe de diyar dike ku wê di 15 saliya xwe de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz nas kiriye û wan bandoreke mezin li ser tercîha wê ya siyasî kirine. Nîlufer, di sala 2003’yan de jî dema HADEP’ê de di rêvebiriya Qoserê de di nav xebatên jinan, qomîsyonên taxan de cih girtiye û xeabtên siyasî meşandine . Nîlufer ku ji ciwantiya xwe de di nav xebatên partiyê de cih girtiye xebatên xwe berdewam dike û dibêje ku ew ê piştî 31'ê Adarê şaredariyên xwe ji qeyûman paşve bistînin.
'Min henûn jinê bi HDP'ê nas kir'
Nîlufer, anî ziman ku maf û hebûna jinê bi HDP’ê naskiriye û ji ber vê di nav xebatên HDP’ê de cih girtiye û wiha got: “Ez ji 1998'an vir de bi awayekî rêk û pêk di nava xebatên siyasî de cih digirim. Em jin nasname û hebûna xwe bi riya HDP’ê tînin ziman. Ji ber ku HDP partiya jinan e. Belê wekî ku baş tê zanîn ji demên berê heta niha jin tim bindest bûn. Hem ji aliyê malbat û hem jî pergala dewletê li dijî jinê zext pêk tîne. Dema mirov lê dinêre di HDP’ê de rol û misyona jinê û wekhevî gellek girîng e. Em bi siyasta HDP'ê ji hêla nasnameya jinê ve êdî dikarin xwe bi awayekî rehet bidin naskirin. Ji ber ku êdî mafekî me yê wiha heye. Jin heta niha li partiya xwe xwedî derketin û ji vê rojê şûnde jî wê derbikevin. Êdî em ji her alî ve dikarin xwe bînin ziman.”
‘Me Ugur Kaymaz ji bîr nekir’
Nîlufer, di berdewama axaftina xwe de got ku qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatine kirin xwestine ku vîna gelê kurd bişkînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi qayûman xwestin vîna gelê kurd tune bikin. Qayûm dema hatin tayînkirin di serî de bi awayekî faşîzane li dijî saziyên jinan derketin û hemû saziyên jinan girtin. Piştre hemû hevşaredar û siyasetmedarên me hatin girtin û niha hîn jî girtî ne. Me Ugur Kaymaz ji bîr nekir. Beriya her tiştî Ugur Kaymazê ku 12 salî bû ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hat kuştin. Ji bo Ugur li Qoserê bîrdariyek hatibû danîn. Ez dikarim bi sedan mînakên wiha bidim. Em niha di nav gel de digerin û ji me re nerazîbûnên xwe yên li dijî qayiman nîşan didin. Li dijî qayûman bertekên gel zêde hene.”
‘Pergala dewletê ji jinan ditirse’
Nîlufer, wiha behsa plan û projeyên xwe kir: “Dewlet ji hêza jinê ditirse û ji ber vê jî dema qayûm tayînî şaredariyan kir di serî de saziyên jinan ji xwe re kir hedef. Pergala dewletê ji jinan ditirse. Piştî ku me şaredariyan paşve bigirin em ê bi jinan re civînan bigirin û saziyên wan ji nû ve vebikin. Ji bo jin û ciwanan gelek projeyên me yên ku em di mertiyetê xin hene. Lê dema mirov bi tena serê xwe plan û projeyan çêbike ev tiştekî neraste. Ji ber wê em ê di taxan de bi gel û komîsyonên xwe re bên gel hev û kêmasiyên taxên xwe ava bikin. Îro ji be qeyûm şaredarî hatiye ku nema dikare wekî şaredarî bê dîtin. Em ê van pirsgirêkan hemû bi gelê xwe re çareser bikin. ”
'Em ê bi ser kevin'
Nîlufer, got ku Qoser warê berxwedanê ye û tim li dijî êrîşan li ber xwe daye û ev tişt got: “Wê Gelê Kurd di 31’ê Adarê de bersiva qayim bide û wê dîsa vîna gel bi ser keve. Gelê Qoserê ji hilbijartinê re amade ye. Divê gelê me li hember dijmin tim şiyar be. Ji be ku pergala AKP’ê li ser vê hilbijartinê gellekî disekine. Ji niha ve dixwazin gelek dengan bidin windakirin. Divê gelê me roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derbikeve û li ser sindoqan be. Her wiha em ê bi hêzeke mezin bi gelê xwe re dengên xwe biparêzin û bi ser kevin.”