Naciye Temel: Kujer aşkera ne bila hesap bidin

  • 09:05 19 Çile 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Salek û nîv di ser bûyera gundê Talê re derbas bû, lê hîna kesên ku fermana komkujiyê dan nehatine dîtin û bi awayekê gumanbar dosya hat girtin. Hevjîna Mehmet Temel yê ku di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest da Naciye Temel axivî û got ku kujer aşkere ne, divê hesab bidin. 
 
Di 31'ê Tebaxa 2017’an de li gundê girêdayî Colemêrgê yê Talê li qada seyrangehê ji aliyê SİHA û ÎHA’yan ve bombebaran hatibû kirin. Di encama bombebaranê de Mehmet Temel(35) jiyana xwe ji dest da, Îbrahîm Saka (54), Îbrahîm Aydin (43) û Musa Tarhan (54) jî birîndar bibûn. Her wiha welatiyên ku birîndar bûn li gel ku hîna di nexweşxaneyê de tedawiya wan bi dawî nebû bi minesebeta ‘Ji rêxistinê re alîkarî kirîne’ hatin girtin û şandin girtîgeha Wanê ya Tîpa T û ji aliyê dewletê ve ser bûyerê hat girtin. Li gel ku salek û nîv di ser bûyerê re derbas bû, hîna kesên fermana bombebaranê dan nehatine darizandin û lêpirsîn nehat destpêkirin. Hevjîna Mehmet Temel, Naciye Temel diyar kir ku ew edeletê dixwazin û got ku divê kesên fermana vê komkujiyê dan hesab bidin. 
 
‘Me di bin îşkenceyê de cenaze defin kir’
 
Naciyeyê da zanîn ku di dema definkirina cenaze de li wan heqeret hat kirin û got ku di roja cenaze definkirinê de dubare ew kuştin û wiha axivî;” Dayika Mehmet li gund dimîne. Ji ber ku cejn bû ji bo dayika xwe bibîne çûbû gund.  Li wir ji aliyê SÎHA û ÎHA’yan ve hatin bombebarankirin. Hevjînê min Mehmet li  cihê bûyerê jiyana xwe ji det da. Cenaze anîn Colemêrgê. Dema ku cenaze anîn nexweşxaneyê dora wê hat dorbeçkirin û nehiştin ez hevjînê xwe bibinim. Heqeret li me kirin û ji me re gotin dengê we bila dernekeve. Heta destûr nedan ku em bigîrîn jî. Ji me re gotin bi bêdengî cenazeyê xwe veşêrin.  Li ser goristanê çekên xwe nîşan me dan û gotin dengê we derbikeve ew ê nebaş bibe. Bi vî awayî gef li me xwarin. Destûr nedan ku em li mizgeftê serxweşiyê qebûl bikin. Di bin îşkenceyê de me caneze defin kir. Ger ku ev ne zilme çi ye? “
 
‘Kujer dewlet e’
 
Naciyeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir  ku kesên fermana vê komkujiyê dan aşkere ne û got ku kujer divê bên darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe:”Hevalên wî ji bi giranî birîndar bûn. Li gel ku dermankirina wan berdewam dikir  ew ji hatine girtin. Ji xwe piştre ser bûyerê girtin. Kujer dewlet e. Divê hesabê vê komkujiyê bidin û cezayê herî bilind ji wan re bê dayîn. Kujer aşkere ne. Bi girtina dosyayê careke din em kuştin. Ev salek û nîve di ser bûyerê derbas bûn hîna edeletet tune ye û hîna kujerên Mehmet li derve digerin. Ez dixwazim kujer bên darizandin, ez edeletê dixwazim.