Dayikên Berxwedêran ên Efrînê:Em ê îradeya xwe radestî dijmin nekin
- 09:03 19 Çile 2019
- Rojane
Sozda Oremar
ŞEHBA - Dayikên berxwedêran ên Efrînê derbarê salvegera berxwedana serdemê de anîn ziman ku bi têkoşîna gelê Efrînê li dîrokê serkeftinek nû zêde bû û wiha gotin:"Em ê heta dawiyê bi dirûşmeya Efrîn a me ye têkoşîna xwe bidomînin."
Di 20'ê Çileyê 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin. Bi boneya salvegera berxwedana serdemê de dayikên berxwedêran bi lêv kirin ku ew ê tu carî serî netewînin û gotin:"Berxwedana Serdemê ya ku di dîrokê de deng veda ew ê her dem di bîra me de be. Em ê her bi şehîdên xwe yên berxwedana serdemê serbilind bin. Em ê îradeya xwe radestî dijmin nekin."
'Em dev ji axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin'
Dayika 3 berxwedêran Hacer Miho bi lêv kir ku ew ê di her kêliya jiyana xwe de her dem li berxwe bidin û wiha got:"Li Efrînê em bûn şahidê komkujiya dewleta tirk a hov. Lê me tu carî serî li dijî vê hovitiyê netewand. Em ê her axa xwe ji zaliman biparêzin. Em dev ji axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin. Me heta dawiyê li Efrînê berxwe da. Me alîkariya şervanê xwe kir. Me ji bo wan xwarin çê dikirin û me di her alî de alîkariya wan dikir. Li Efînê talankirin, îşkence, wêrankirin, qetilkirin pêk hat. Ev ji aliyê çeteyan û dewleta tirk pêk hat. Cîhanê jî li vê yekê temaşe kirin. Bi destên xwe me cenazeyê şehîdên xwe hildigirt. Em bi şehîdên xwe her serbilind in."
'Berxwedana me didome'
Hacerê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Niha em li Şehbayê tevî hemû zor zehmetiyan têkoşîna xwe didomînin. Niha 13 hezar û 600 zarokên me di dibistanê rûxandî de perwerde dibin. Kesên ku qaşo mafên zarokan diparêzin û dibêjin em demokrat in îro çavên xwe girtine. Berxwedana me didome. Em ê heta dawiya emrê xwe heta ku em hilmê dîstinin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û îradeya xwe radestî destê dijmin nekin."
'Em ê îradeya xwe radestî dijmin nekin'
Her wiha Bedîa Hemo jî wiha got:"Heta hilma xwe ya dawî em ê berxwe bidin. Tu kes nikare sekna me ya xwedî biryar bi balafirên şer têk bibe. Em ê warê xwe tu carî ji dagirkeran re nehêlin. Em bi şervanên xwe bawer in. Îro li Şehbayê di bin çadiran de dîsa em berxwedana xwe didomînin. Em dibêjin ku tu hêz nikare îradeya me ya xurt têk bibe. Em ê heta dawiyê bi dirûşmeya Efrîn a me ye têkoşîna xwe bidomînin. Berxwedana Serdemê ya ku di dîrokê de deng veda ew ê her dem di bîra me de be. Em ê her bi şehîdên xwe yên berxwedana serdemê serbilind bin. Em ê îradeya xwe radestî dijmin nekin."