Endamên Weqfa Jina Azad: Ji bo koçberan em her hewl didin
- 09:02 19 Çile 2019
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Endamên Weqfa Jina Azad yên ku li Kampa Roj xizmeta gel dikin gotin:"Ji bo koçberan em her hewl didin. Armanca me ew e ku jinên li vir ji bandora şer a ne baş dûr bikeven û jiyanek azad bijîn."
Endamên Weqfa Jina Azad yên ku li Kampa Roj a Dêrika Qamişloyê, xizmeta gel dikin gotin:"Ji bo koçberan em her hewl didin. Armanca me ew e ku jinên li vir ji bandora şer a ne baş dûr bikeven û jiyanek azad bijîn."
'Armanca me alîkariya ji bo jinan û zarokan e'
Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a kampa Roj Rojîn Elî wiha got:"Jinên ku ji şer reviyane bi gelek zehmetî rû bi rû mane. Divê em bikaribin alîkariya wan bikin. Ji bo pirsgirêkên wan bê çareserkirin û derûniya wan baş bibe me gelek xebat kirin. Armanca me alîkariya ji bo jinan û zarokan e. Me li gor xwe hinek derfet li kampê ji bo jinan ava kir. Ji bo jin bikaribin xwe birêxistin bikin û jiyana xwe bi rê ve bibin me xebat kirin. Ji bo jinan kooperatîf ên wekî çandiniyê hatin avakirin. Dewreyên tendustiyê hatin vekirin."
'Li vir em ji bo jin û zarok bextewar bibin dixebitin'
Her wiha Endama Weqfa Jina Azad Raperîn Beyîdo got:"Li vir em ji bo jin û zarok bextewar bibin dixebitin. Dema ku mirov li jinan guhdar dike dibe şahidê êşa wan. Ji bo jinên li vir êşa xwe ji bîr bikin em alîkariya wan dikin. Ji bo koçberan em her hewl didin. Armanca me ew e ku jinên li vir ji bandora şer a ne baş dûr bikeven û jiyanek azad bijîn. Ji bo koçberan em her hewl didin. Armanca me ew e ku jinên li vir ji bandora şer a ne baş dûr bikeven û jiyanek azad bijîn."