Meclisa Jinan a DÎK'ê: Rê nedin zilmê

  • 16:03 18 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Meclisa Jinan a DÎK'ê, çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD'ê û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin bi ayeta, "Ger li dijî we be jî rê nedin zilmê yan na wê ev agir we jî bişewitîne"  silav kir. 
 
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk(DÎK), bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamnetera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêtgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin daxuyaniyek da. 
 
Meclisa Jinan a DÎK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîna li dijî zilmê û wiha got: "Bi baweriya ku têkoşîna herî bi rûmet ya li dijî zilmê ye, gotina 'Dema ku hûn li zikmê rast hatin, bi xwe li dijî derkevin, ger ku hêza we têrê nekir bi gotinên xwe û ger ku gotinên we jî têrê nekirin bi dilê xwe li dijî vê zilmê têkoşînê bidin' hem mirovî, hem gerdûnî û hem jî îslamî ye. Her wiha ji van gotina jî tê famkirin ku gelan di tevahiya dîrokê de li dijî zilmê têkoşîn dane." 
 
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: 
 
"Girtina kesên diaxivin, gotineke wan heye, kesên li mafên xwe digerin, tecrîdkirina wan, di girtîgehan de ji mafên wan bêparhiştin bûye polîtîkayek hikûmetê. Gelê Kurd wekî Gelê Tirk û hemû gelên din ên cîhanê ji mafê xwe wêdetir tu tiştekî naxwaze. Ev maf li gorî rêgezên îslamê jî rastiya jiyanê ne.
 
Dîrokê jî nîşanî me daye ku zilm bi berxwedana kesên têkoşer hatiye têkbirin.
 
Em bi ayetê 'Li dijî we be jî zilmê qebûl nekin an na wê ev agir we jî bişewitîne em çalakiya Leyla Guven û hevalên xwe silav dikin."