Jin dê ji bo Nevîn Yildirim li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin

  • 15:11 18 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Jinan bertek nîşanî daxwaza Dadgeha Bilind a cezayê girtîgeha mûebetê ya Nevîn Yildirim bê erêkirin dan û li ser medya civakî bi etîketa "#ÖZSAVUNMAYLAHAYATTAYIZNEVİNİNYANINDAYIZ" dest bi çalakiyê bikin.  
 
Li gundê Koruyaka ya navçeya Yalvaç a Ispartayê, Nevîn Yildirim a di 28'ê Tebaxa 2012'an de li dijî zilamê bi pergalî ew tecawîz dikir Nûrettîn Gider mafê xwe yê parastina rewa bikar anî û kuşt, cezayê girtîgehê yê mûebetê ji bo wê hatibû dayîn. 
 
Daîreya Cezayê 1'emîn a Dadgeha Bilind xwest ku cezayê girtîgeha mûebetê ya Nevîn bê erêkirin.
 
Bertekên jinan ên li dijî daxwaza Dadgeha Bilind a cezayê girtîgeha mûebetê ya Yildirim bê erêkirin, berdewam dikin. Jin dê îşev di saet 19.00’an de bi etîketa "#ÖZSAVUNMAYLAHAYATTAYIZNEVİNİNYANINDAYIZ" li ser Twîtterê çalakiyê li dar bixin. 
 
Jinan bi parvekirinên “Ne parastina çewherî, tecawîz sûce” bertek nîşan dan û piştgirî dan Nevîn Yildirim.