Zarokek Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
- 15:01 18 Çile 2019
- Rojane
Nesrîn Hesen / Nûpelda Têkoşîn
ŞENGAL - Zarokek Kurd a Êzidî ya bi navê Firyal Xwedêda ya 14 salî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin.
Zarokek Kurd a Êzidî ya bi navê Firyal Xwedêda ya 14 salî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Firyalê ji aliyê meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestî malbata wê hat kirin.
Firyalê da zanîn ku dema ku ew ketiye destên DAÎŞ'ê porê wê jê kirine û wiha got:"Bi zorê Kuran rê me didan dema ku em nikaribûn hîn biban jî bi daran bi destên me diketin. Ez gelek kêfxweş im ku ji zilma çeteyan rizgar bûm."
Birayê Firyalê, Meles Qasim ê ku salek berê ji destên çeteyan rizgar bûbû jî axivî û diyar kir ku ew gelek bextewar e ku xwişka wî hatiye rizgarkirin.
Her wiha ji Meclîsa TAJÊ Nafye Meşo jî got:"Em spasiyê xwe ji QSD, YPG û YPJ'ê dikin. Em hêvî dikin ku hemû Êzidiyên di destên çeteyan de ne bên rizgarkirin."
Her wiha jina bi navê Emşê Xwedêda, Wetha Ereb û ciwanê bi navê Elyas Xidir jî hatin rizgarkirin.