Li Mexmûrê grev bi koma 12'emîn berdewam dike

  • 14:59 18 Çile 2019
  • Rojane
MEXMÛR- Greva birçibuyine ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîta li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan hatî despê kirin, ji aliyê koma 12'an ve bi merasimekê hat dewirgirtin.
  
Greva birçibuyine ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ku ji bo piştevaniy bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan hatî despêkirin ji aliyê koma 12'emîn ve bi merasimekê hat dewirgirtin. Beriya ku merasim dest peê bike ji bo tevahî şehîdên azadiyê rêz hat girtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê koma 11'an ya çalakvanên gireva birçîbûnê Êlî Ozgun axivî.
 
Alî diyar kir ku wan ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin di pêşengiya Leyla Gûven de çalaki hat destpêkirin û ji bo ku ev têcrîd bê rakirin îro hevalên me ji mirinê re bedena xwe razandine. Alî di berdewamiyê de wiha got: " Dewleta tirk dixwaze bi hevditineke 15 deqîqeyî me bixapîne ji ber wê hevdîtin nayê wateya ku tecrît rabuye. Tecrît bi hemû dijwartiya xwe berdewam dike. Heta ku tecrîd bê rakirin û rêberê me azad bimîne em ê çalakiyên xwe bi çoşeke mezin li hemû deverên cîhanê berdewam bikin." 
 
Piştî axaftinan  Ççalakvanên  greva birçibûnê ên koma 11'an bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan nabe' çalakiya xwe  bi dawî kirin û dewrî  kom 12'an kirin.