Rojnameger Reyhan Çapan hat berdan

  • 13:38 18 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL- Midûra Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê Rehyan Çapan ku cezayê pereyan der barê wê de hatibû teqezkirin nedihat tahliyekirin. Rehyan duh bi şev hat berdan. 
 
Midûra Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin di 10’ê gulana 2018’an de hat girtin. Rehyan li girtîgeha Erzurumê dihat ragirin. Parêzerên Rehyan bi boneya ceza ketiye bin salekê û di çarçoveya serbestiya bi kontrol de bê berdan serî li dozgeriya hepsê da. 
 
Di encama hewldana parêzerên Rehyan de duh biryara berdanê hat dayîn. Der barê Rehyan de bi boneya 55 hezar û 660 TL cezayê pereyan hatibû teqezkirin û dema razandinê bihûrîbû nedihat berdan. Çapan duh bi şev di çarçoveya serbestiya bi kontrol hat berdan.