Çalakiya Leyla Guven di roja 72'yemîn de didome
- 12:43 18 Çile 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye di roja 72'yemîn de berdewam dike.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 72'yemîn de berdewam dike. Her ku diçe rewşa tenduristiya Leyla girantir dibe. Lê Leyla bi biryar çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ya li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 59'an de berdewam dike. Çalakiya grevê ya li Strasbaurg jî di roja 33'ê û çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 34'emîn de berdewam dike. Niha nêzî 230 girtî li zêdeyî 40 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin .