Parlamenterên Partiya Çep a Fransayê çalakiya Leyla Guven silav kirin

  • 11:24 18 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Fransayê, li ser armanc û projeya xwe ya siyasî ya sala nû resepsiyonek organîze kir û nûnerên Tevgera Jinên Kurd û Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê jî tevlî bûn.
 
Partiya Çep a Fransayê, li ser armanc û projeya xwe ya siyasî ya sala nû resepsiyonek organîze kir. Li resepsiyona ku hat amadekirin nûnerên Tevgera Jinên Kurd û Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê jî amade bûn. Serokê France Însoûmîse û Serokê France Însoûmîse û Parlamenterê Partiya Çep a Fransayê Jean-Lûc Melenchon li resepisyonê axivî.
 
Parlamenterê Partiya Çep a Fransayê Jean-Lûc Melenchon ku li resepisyonê li li ser armanc û projeyên sala nû ya Partiya Çep a Fransayê axivî, bal kişand ser berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê  Leyla Guven ku ev 72 roj in li dijî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê di greva birçûbûnê de ye û got; "Berxwedana Leyla silav dikim. Em ji dil bi te re ne."
 
Jean-Lûc ê ku bal kişand ser berxwedana Leyla Guven ev tişt got: "Berxwedana Leylayê silav dikim. Em ji dil bi te re ne. Ji ber vê têkoşîna we ya bêhempa em spasiya we dikin. Em jî demokrasiyê li ser bingeha têkoşîna jinê diparêzin. Ji ber vê yekê hûn her hebin Leyla Guven."
 
Piştre bi navê Partiya Çep a Fransayê hevberdevk Danîelle Sîmonnet û Erîc Corcrel axivîn.
 
Di dawiyê de jî jinên kurd û jinên ji Partiya Çep posterên Leyla Guven vekirin û gotin; "Leyla Guven bi tenê nîne."