Ji YCR'ê piştgiriya meşê ya ji bo çalakiya Leyla Guven

  • 09:30 18 Çile 2019
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê bi dirûşma "Em ê bi ser bikevin" Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Girkêlegê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê Parlementara HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven meş li dar xist.
 
Li navçeya Girkêlegê ya Girêdayi Kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava yê (YCR) ya Çilaxaya Girkêlegê û bi beşdarbûna bi sedan ciwanên navçeya Girkêlegê, ji bo Parlementara HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven meş hat lidarxist. Di meşê de wêneyê Leyla Guven alên Kongreya Star û YCR'ê hatin hilgirtin. Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li nava bazarê veguherî mêtîngê û piştre daxuyanî hat dayin .Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Jinên Ciwan Êva Muhemed ve hat xwendin.
 
Daxuyani wiha ye: "Em weke ciwanên şoreşger çalakiya Leyla silav dikin, banga me ji rayagiştî re ev e ku li hember vê berxwedaniya dîrokî bê deng nemînin. Ev êrîş bi armanca qirkirina li ser gelê me tê meşandin em bi tûndî vê yekê şermezar dikin û em ê heya dawiyê weke jinên ciwan li qada bin. Heta ku em rêberê xwe azad bikin û daxwaziya Leyla Guven pêk bînin em ê her li qadan bin."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Jin jiyan azadî" bi dawî bû.