Rêveberiyên jin ên meclîs û komînan civiyan

  • 09:21 18 Çile 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Rêveberiyên jin ên meclîs û komînan ên li Kobanê, li Eywana Navenda Mala Jinê civiyan. Di civînê de rewşa siyasî hat nîqaşkirin. 
 
Rêveberiyên jin ên meclîs û komînan ên li Kobanê, li Eywana Navenda Mala Jinê civiyan. Di civînê de rewşa siyasî hat nîqaşkirin. Di civînê de çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven dest pê kiribû hat nirxandin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi awayekî berfireh hat nirxandin. 
 
Piştî nirxandina rewşa siyasî Endama Rêveberiya Kongreya Star Almaz Romî nirxandina rewşa rêxistinî kir.