Ji girtiyên di grevê de bang: Em bi hev re berxwe bidin wê tecrîd bişkê

  • 09:16 18 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê û Girtîgeha Karabukê dimînin peyam şandin û diyar kirin ku divê her kes deng bidin vê pêvajoyê û wiha gotin: "Heta dengekî bilind dernekeve wê tecrîd jî neşkê. Em bang li hemû saziyên civaka sivîl, gelê Kurd, parêzvanên maf û siyasetmedaran dikin ku destê xwe bikin bin kevir."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ket roja 72’emîn û ji bo piştgiriya Leylayê li gelek girtîgehan grevê dest pê kir. Hewcedariya girtiyên di grevê de pêk nayê û hinek jî di hucreya yek kesî de tên girtin. Yasîn Gungor yê li Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê dimîne jî di 24 rojan de 11 kîlo da.
 
Li gorî agahiyên ji malbata Yasîn Gungor hatine girtin Yasîn ev 24 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ye û 11 kîlo daye. Malbatê wiha got: “Di heman odeyê de Serken Eren û Cengaver Aykul jî heye. Greva Cengaver ketiye 36 rojan. Her sêyan jî gelek kîlo dane. Ligel wan kesên ku bi wan mijûl bibe, alîkariya wan bike tune ne. Di korîdora wan de tu kes tune ye. Di rojên ewil de hinek ava bi lîmon û xwê danê. Her wiha du rojan carê rêveberiya girtîgehê tansiyonê wan pîvaye.”
 
Malbatê destnîşan kir ku taqwiya ku divê bidin girtiyan nedanê û ev çend rojên dawî ava fêkiyan dane wan û malbatê peyama ku girtiyan ji rayagiştî re şandiye wiha ragihandin: "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Bila tecrîd rabe. Heta tecrîd ranebe em ê greva xwe bi dawî nekin. Bila daxwaza me bê qebûlkirin. Divê her kes deng bide vê pêvajoyê."
 
Girtiyên Girtîgeha Karabukê: Wê berxwedana me bidome
 
Alî Haydar Elyakut, Seyfettîn Kurt û Murat Kozat ên li Girtîgeha Tîpa T ya Karabukê dimînin diyar kiribûn ku ji 5’ê çile şûnde dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirine. Girtiyan di roja 13’emîn grevê de bi hevkariya malbatên xwe peyam şandin. Girtiyan bi lêv kirin ku hevdîtina di 12’ê Çile de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin di alî tenduristiya wî de girîng e lê ev nayê wateya ku tecrîd hatiye şikandin û wiha gotin: “Em ji 5’ê çile de di grevê de ne. Di 12’ê çile de hevdîtin bê kirin jî ev nayê wateya ku tecrîd hatiye şikandin. Ev hevdîtin ji alî me de nayên qebûlkirin. Heta tecrîd bi giştî ranebe em ê dest ji greva xwe bernedin. Birêz Leyla Guven 72 roj e berxwe dide û li derve xwedî li vê berxwedanê divê bê derketin. Em li vir têdikoşin. Lê heta deng ji kolanê neyê wê tecrîd neşkê. Divê her kes ji bo pêvajoyê bibe bersiv.”