‘Di 12’ê îlonê de kesên ji îdeolojiyên cuda yek bûn yek û têkoşîn dan
- 09:14 18 Çile 2019
- Rojane
ÎZMÎR-Parêzvana mafên mirovan Ozgur Mollaîbrahîmoglu ku dema 12’ê îlonê vegot bi lêv kir ku divê her kes li dijî tecrîdê bibe yek û wih got: "Di 12’ê îlonê gelek kesên ji îdolojiyên cuda li dijî 12'ê Îlonê wê demê di daxwazên xwe yên hevpar de bûn yek û têkolîn meşandin. Îro jî divê ku bi heman rengî li dijî îktîdarê mûxalîf xwe bikin yek û têkoşînê bidin."
Parêzvana mafên mirovan Ozgur Mollaîbrahîmoglu ya şahidiya pêvajoya 12’ê îlonê, rojiyên mirinê yên 1996’an û komkujiya girtîgehan a 19’ê Kanûna 2000’î kiriye diyar kir ku divê li dijî tecrîd û grevên birçîbûnê hestiyariya civakî bê nîşandan.
‘Li dijî faşîzmê bûn yek’
Ozgurê bi lêv kir ku her cureyê çalakiya li hember tecrîdê rewa ye û wiha pê de çû: “Lê divê civak hestiyartir nêz bibe. Ji îdeolojiyên cuda bin jî divê bibin yek. Me ev di 12’ê îlonê de zelal dît. Ji nêrînên cuda yên siyasî her kes bûn yek dil û li dijî faşîzmê têkoşîn dan. Wê demê bi wê tevgera xwe me gelek tişt bi dest xist.”
Ozgurê daxuyakirin ku gelek mafên wekî hevdîtina vekirî, name û pirtûkan ên li girtîgehên Tîpa E di 19’ê Kanûnê de hatine qedexekirin û zextên li girtrîgehan li gorî derve zêdetir giran bûne.
‘Girtîgeh nabin rojev’
Ozgurê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku berê kampanyayekê encam digirt lê niha girtiyan dema dibin girtîgehê jî girtî dikare bimre û ev nayê rojevê jî. Piştî pêvajoya muzakereyê bi dawî bû li dijî kurdan polîtîka îmhayê hatiye meşandin.