Ji bo Qada Îstasyonê bang: Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe
- 09:14 18 Çile 2019
- Rojane
AMED - Dersîm Dag a HDP’î ji bo mîtînga ‘Demokrasî, Azadî û Edalet’ ya wê sibehê li Amedê pêk bê bang kir û diyar kir ku divê hemû gel bi dirûşma ‘Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd rabe’ beşdarî mîtîngê bibe.
HDP bi armanca balê bikşîne ser çalakiya Leyla Guven û 200 girtiyên li girtîgehên cuda yên ketine grevê di 19’ê Çile roja Şemiyê li Amedê mîtînga ‘Demokrasî, azadî û Edaletê’ pêk tîne.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag ji bo mîtînga wê roja şemiyê li Qada Îstasyonê pêk bê bang kir û diyar kir ku ew ji bo rakirina tecrîdê wê berxwedana Leyla Guven mezin bikin û got: “Divê ev berxwedan bibe berxwedana azadiyê ya hemû gelan. Çalakiya Leylayê li hemû girtîgehan belav dibe. Em ê bi agirê ku Leylayê pêxistiye, di tarîtiyê de bibin ronahî. Werin em bi hev re bibin dengê berxwedanê, deng bidin dengê wan.”
‘Em ê bibin dengê Leylayê’
Aktîvîsta TJA’yê Remziye Sizici jî bang li hemû jinan kir û da zanîn ku divê xwedî li çalakiya Leylayê bê derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Leyla Guven ji bo aştiyê ji bo rakirina tecrîdê ev 72 roj e di grevê de ye. Çalakiya Birêz Leyla Guven çalakiya me hemûyan e. Daxwazên wê daxwazên me hemûyan e. Leyla Guven îradeya hemû jinan e. Em ê bibin dengê Leylayê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku wê rojê bên Qada Îstasyonê.”