Dr. Fîlîz Unal: Grevên birçîbûnê hatine astek krîtîk

  • 09:11 18 Çile 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endama ATO Dr. Fîlîz Unal diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ketine astek krîtîk û wiha pê de çû: “Ji bo me ya herî krîtîk rojên navbera 45-75’an e. Hêza dil dikeve, rîtma dil xera dibe. Tişta herî zêde em jê ditirsin ev e.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenter Leyla Guven ket roja 72’emîn û ya koma yekem a girtiyên din jî ket roja 34’an. Endama Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Doktor Fîlîz Unal derbarê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Divê vîtamîna B1 bê dayîn’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku ew wek hekîm grevan erê nakin lê li dijî îradeya kesan rêzdar in û wiha berdewam kir: “Em qebûl nakin ku kesek dest ji bedena xwe berde. Divê rewşên ku di encama grevê de dertên holê yekser ji wan re bê vegotin. Em li dijî îradeya wan rêzdar in. Ji bo vê protokol hene. Divê rojê av, xwê, şekir û vîtamîna B1 bidin kesên di grevê de. Ji roja ewil a grevê ger ev pêk neyê rîsk zêdetir dibe. Divê ev vîtamîn bên dayîn.”
 
Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di 1-3 rojan de kîloyek du kîlo tê dayîn. Depoyên beden ên zêde vala dibin. Mîde li vir pir krîtîk e. Di nav demê de êşa mîdeyê xwe dikşîne û mîde zêde tehemulê valabûnê nake. Di roja 4 û 7’an de bêhalî dest pê dike. Kes hewce bi rûniştinê dibîne. Rojên 7 û 14’an krîtîk in. Tansiyon dikeve. Nexweşên dil, pişik û damaran zêdetir bi bandor dibin. Di rojên 34 û 42’an de pirsgirêkên nedîtinê dest pê dikin. Di roja 42’an nebihîstin dest pê dike. Ji bo me dema herî krîtîk rojên navbera 45-75’an de ne. Niha grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine asta herî krîtîk. Tirsa me ya herî mezin xerabûnên rîtma dil e. Ger kes qebûl bike em dikarin mudaxale bikin. Lê ger qebûl neke mafê me tune ye em mudaxale bikin.”
 
Fîlîzê bi lêv kir ku wan di mijara grevên birçîbûnê de ji bo balê bikşînin ser çi, belge ji hekîmên girtrîgehan û wezaretan re şandine û got divê damarên rîtma dil û ava bedena wan bê şopandin û kontrolkirin.Her wiha Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew di mijara hawira girtîgehê de jî bi fikar in û got divê girtî teqez vîtamîna B1 bigirin.