‘Wê tora nûçegîhaniyê bê avakirin’

  • 09:09 18 Çile 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Endama DAKP'ê Ceylan Aslan a ji Amedê tevlî ‘Hevdîtina Stenbolê’ bû diyar kir ku tevî zext û êrîşan têkoşîn bilind bûye û wiha got: “Em li dijî tecrîdê çûn hevkariyê. Me biryar da ku em nameyê ji Leyla Guven re bişînin û piştevaniya bi wê re mezin bikin.”
 
Endama Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) Ceylan Aslan ji Amedê tevlî ‘Hevdîtina li Stenbolê’ ya di 5-6’ê Çile de pêk hat, bû. Ceylanê girîngî û nîqaşên civînê nirxand.
 
Ceylanê bi lêv kir ku di pêvajoyê de hatina cem hev a jinan gelek girîng e û wiha pê de çû: “Cudabûnên me li hember têkoşîna me ne astengî ye. Me nîşan da ku em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Me piştevaniya xwe xurt kir. Me biryar da ku em li dijî êrîşan bi hev re têbikoşin.”
 
Ceylanê her wiha destnîşan kir ku beriya hevdîtinê civîn pêk anîn û piştî vê jî wê bidomînin û ev tişt anî ziman: "Piştî hevdîtinê me pirsgirêkên li herêmê parve kirin. Saziyên jinan hatin girtin. Qeyûm tayînî şardariyan bûn. Piştî qeyûm gotinên zayendperest derketin holê. Qeyûman destkeftiyên jinan hedef girtin. Li herêmê OHAL didome. Em di nava van şerdan de xebatan dimeşînin. Gelek hevalên me hatin girtin. Me di civînê de behsa îradeya ku têkoşîn mezin kiriye û berxwedaye kir."
 
‘Em li dijî tecrîdê çûn hevkariyê’
 
Ceylanê di dawiyê de diyar kir ku wan bexwedana Leyla Guven di civînê de aniye ziman û got li wir jî xwedî li daxwaza Leyla Guven derketine û got di civînê de ji bo rakirina tecrîdê biryara hevkariyê dane.