Jinên Colemêrgê: Em ê di 31'ê Adarê de hesap bipirsin
- 09:07 18 Çile 2019
- Rojane
COLEMÊRG- Gelên Tirkiyeyê dê 31’ê Adarê biçin ser sindoqan. Têkîldarî hilbijartinê jinên Colemêrgê nirxandin kirin. Jinan bang li her kesî kir ku di 31’ê Adarê de xwedî li vîna xwe derbikevin û bi hişmendiya ku hesap bipirsin biçin ser sindoqan.
Li Tikiye ji bo ku rêvberên xwe yên herêmî hilbijêre wê di 3'ê Adarê de biçe ser sindoqan. Herêma ku herî zêde çavên her kesî li ser di vê hilbijartinê de ya kurdan kurdan ku li şûna rêveberên wê qeyûm hatine tayînkirin e. Wekî tevahiya herêmê li Colemêrgê jî Hevserokên Şaredar ji ser peywira xwe hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin. Lê niha li dijî qeyûmên ku hatin tayînkirin jin bang li niştecihên Colemêrgê dikin ku biçin ser sendoqan û carekedin li vîna xwe xwedî derkevin.
‘Dengê min ji aşitî û aramiyê re ye’
Ji jinan Nezahat Kaya anî ziman ku tenê daxwaziyek wan heye ew jî ew e ku hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk bê û wiha axivî;” Tiştê ku em herî zêde dixwazîn ew e ku hilbijartina dê di 31’ê Adarê de pêk bê bi awayekê demokratîk pêk bê. Ger ku desthilat dar carekedin destwerdana hilbijartinê bikin em ê nikarîbîn li Tirkiyeyê behsa hilbijartinek demokratîk bikîn. Li welatê ku temokrasî tune be mirov nikare bahsa hilbijartinek demokratîk bike. Ji xîzmetê zêdetir pêwîstî bi aşitî û aramiyê heye. Ew hevşaredarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin ji aliyê hikûmetê ve tune hatin hesibandin û vîna gel hat desteserkirin. Kîjan partî êş û şerê ku li vê erdnîgariyê pêk tê bide sekinandin dengê min ji wê partiye re. Ez ê dengê xwe ji aliyê aşitî û aramiyê re bi kar bînim.”
‘Ji bo encamek demokratîk, divê em herin ser sindoqan’
Sîpan Turan jî diyar kir ku pêdiviya gel ji hilbijartinê wêdetir bi azadiyê heye û wiha got:” Di hilbijartinên şaredariyê yên herî dawî de DBP’ê li Tirkiyeyê bi kedeke mezin 83 şaredarî wergirtin. Lê mixabin ev şaredariyên ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin hatine desteserkirin û hevşaredar hatine girtin. Li vî welatî demokrasî tune ye û vîna gel nayê dîtin. Ez wekî jineke ciwan ji gel û ji van hilbijartinan bi hêvî me. Em naxwazîn dîsa vîna me bê desterserkirin. Daxwaza me ew e ku êdî şaredarî bibin şaredariyên gel. Pêdiviya me bi şaredariyên ku em bikaribîn rexne bikîn heye. Ev hilbijartin pir bi wate û girîng e. Ji bo ku encamek demokratîk derkeve holê, divê em herîn ser sindoqan. 31’ê Adarê roja hesab pirsinê ye. ”
‘Dengê me dê ji demokrasî, aşitî û azadiyê re be’
Selda Çifçi jî bi lêv kir ku divê hilbijartin di bin şert û mercên demokratîk de pêk bê û wiha berdewam kir:” Li Tirkiyeyê ser vîna gel qeyyûm hatiye tayînkirin û şaredariyên gel hatine xespkirin. Bi vê yekê jî bi sînor neman û her roj gefan dixwin. Dibêjin hûn heman kesan hilbijêrîn jî em ê heman tiştî bikin. Lê gel tu car gavê paşve navêje. Ger ku ev hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk bê wê gelek tiştan biguhere. Ji encama vê hilbijartinê tenê daxwaziyek me heye ew jî em xîzmeta derewîn naxwazîn, em vîna xwe dixwazîn. Dengê me dê ji demokrasî, aşitî û azadiyê re be.”