Jinên Efrînê: Hêviya me mezintir dibe

  • 09:05 18 Çile 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê diyar kirin ku ew li dijî êrîşan tu carî serî natewînin û gotin:"Em wekî gelê Efrînê di nava piştevaniyê de ne. Bi hewldana me û têkoşîna me hêviya me mezintir dibe."
 
Jinên Efrînê bi lêv kirin ku li dijî hemû zor û zehmetiya jiyanê qet ew dev ji têkoşînê bernadin û wiha gotin:"Di nava jiyanê de mirova çiqas têbikoşe û li ber xwe bide ewqas hêza wan zêde dibe. Em jî bi têkoşîna xwe hêza xwe mezintir dike."
 
'Jiyan bi têkoşînê xweş e'
 
Jina bi navê Emîne Xelîl a ji Navçeya Mabatayê ya Efrînê wiha got:"Em niha li Kampa Berxwedanê têkoşîna jiyanê didin. Her çiqas li vir derfet kêm be jî xebatên ku me pêş dixe em didin ber xwe. Bi van xebatana em hêza xwe mezintir dikin û kêfweş dibin. Divê jinên Efrînê her li berxwe bidin û tu tiştekî ji hêza xwe winda nekin. Jiyan bi têkoşînê xweş e."
 
'Heta ku mirov hewl nede nikare tiştekî bide ser hev'
 
Ofê Kemal diyar kir ku ew ji hewldana di nava jiyanê de gelek hez dike û wiha got:"Heta ku mirov hewl nede nikare tiştekî bide ser hev. Ev rastiyek jiyanê ye. Jinên leheng ên wekî Avesta û Barîn jî, li ser esasên jiyanek têkoşer li berxwe dan û navên xwe bi tîpî zêrîn di dîrokê de nivîsandin."
 
'Hêviya me mezintir dibe'
 
Jina bi navê Lîlav  Şêxo ya ji Navçeya Bilbilê ya girêdayî Kantona Efrînê jî wiha got:"Em wekî gelê Efrînê di nava piştevaniyê de ne. Bi hewldana me û têkoşîna me hêviya me mezintir dibe. Di nava jiyanê de mirova çiqas têbikoşe û li ber xwe bide ewqas hêza wan zêde dibe. Em jî bi têkoşîna xwe hêza xwe mezintir dike."