Berxwena Serdemê ya 58 rojî

  • 09:01 18 Çile 2019
  • Rojane
Tolîn Mihemed
 
ŞEHBA - Di derbarê salvegera berxwedana serdemê de jinên Şehbayê da zanîn ku berxwedana serdemê di dîrokê de deng veda û wiha gotin:"Hêzên navneteweyî û zihniyeta dagirker tenê berjewendiyên xwe difikirin. Loma li Efrînê demokrasî, wekhevî û aştî hedef girtin. Cîhanê jî temaşe kir. Dê berxwedana serdemê her di xeyalên me de zindî bimîne."
 
Di 20'ê Çileyê de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin. Di encama êrîşan de bi hezaran mirov hatin koçberkirin, gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan û xweza û malên gelê Efrînê hatin talankirin. Gelê Efrînê li dijî çekên giran 58 rojî li berxwe da. Di derbarê salvegera berxwedana serdemê de jinên Şehbayê da zanîn ku berxwedana serdemê di dîrokê de deng veda û wiha gotin:"Berî ku êrîş li Efrînê bê kirin, gel jiyanek wekhev û aram dijiya. Lê piştî ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê êrîş kirin şûnde demokrasî û wekhevî bi dawî bû. Niha li wir gelek zilm û neheqî tên kirin. Dê gelê Efrînê vê yekê tu carî ji bîr neke û her bi hêviya vegera ji bo Efrînê bijî."
 
'Di berxwedana serdemê de jinan rolek girîng lîstin'
 
Endama Rêveberiya Meclîsa Efrînê ya berê Fîdan Ebdo wiha got:"Dema ku êrîşan dest pê kirin wekî meclîs me hewl da ku em bigihêjin hemû kesan û birînên wan aş bikin. Her roj balafiran bombe li ser gelê Efrînê dibarand. Ji bo ciwan parastina xwe bikin me ew perwerde kir. Gelê Efrînê 58 rojî li berxwe dan. Di berxwedana serdemê de jinan rolek girîng lîstin. Heta kêliya dawiyê têkoşiyan. Dema ku nexweşxaneya Avrînê li pêş çavên cîhanê ji aliyê dewleta tirk ve hat bombebarankirin, gelek kesên birîndar jiyana xwe ji dest dan. Ev yek ne li gor ehlaqê şer bû. Dewleta tirk bi hemû hovîtiya xwe êrîş kir. Piştre bi hezaran mirovan ji bo ewlehiyê mecbûr man ku koçî Şehbayê bikin. Di nav şertên zehmet de bi hezaran kes têkoşîna jiyanê didin. Xebatên me û rêxistinbûyina me li Şehbayê jî dewam kir. Me meclîsên xwe ava kir. Gel di nava şertên zehmet lê bi îradeyek xurt li ber xwe dide. Li ser esasên jiyanek hevpar gelê Efrînê niha li Şehbayê li berxwe didin."
 
'Têkoşîn û hêza gelê Efrînê destanek e' 
 
Endama Rêveberiya Navçeya Mabatayê Xetîce Îbo wiha got:"Di berxwedana serdemê de me bi sedan civîn li dar xist û me gel bi rêxistin kir. Têkoşîn û hêza gelê Efrînê destanek e. Di serdema berxwedanê gel di nava piştgiriyek mezin de bû. Dema hemû gelê Rojava herikîn Efrînê û meşek girseyî hat lidarxistin, ev bû mînaka serîhildanek bi rûmet. Zarokên min jî li dijî dagirkeran şer kirin. Lawekî min di encama bomberankirina dewleta tirk de li Navçeya Şerayê jiyana xwe ji dest da. Ez lawê xwe û hemû şehîdên berxwedana serdemê serbilind im."
 
'Gelê Efrînê hêviyên xwe her zindî dihêle' 
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Racoyê Salîha Mihemed wiha behsa berxwedana serdemê kir:"Ji ber berxwedana serdemê heta roja îro me her xizmeta gelê xwe kir. Tevî bombebarankirina balafirên dewleta tirk em li Efrînê her di nava tevgerê de bûn. Gelê Efrînê tu carî ji tank û topên dagirkeran netirsiyan. Heta dawiyê li berxwe dan. Bi hezaran Efrînê niha li Şehbayê dijîn. Li vir jî gel xwe bi rêxistin kir, beşdarî perwerde, xebatên komînal û xebatên civakî dibin. Gelê Efrînê hêviyên xwe her zindî dihêle û di nava şertên dijwar de berxwedana xwe didomînin."
 
'Rêxistinbûyin û jiyana hevpar didome'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Şiyê Zozan Sulêman wiha got:"Dema ku dewleta tirk û çeteyên OSO'yê êrîşî Efrînê kirin ez li Helebê bûm. Ez ji Helebê vegeriyam û hatin Efrînê. Li Navçeya Şiyê ya Efrînê heta dawî me li berxwe da. Me tu tiştek ji hêza winda nekir. Dema ku gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bû şûnde jî xebatên me dewam kir. Li vir meclîs û sazî hatin avakirin. Gel bi rihê berxwedana serdemê hatin birêxistinkirin. Niha ev rêxistinbûyin û jiyana hevapar didome."
 
'Niha em bi heman têkoşînê li berxwe didin'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Bilbilê dayika Berxwedêr Rojda Gûlê Mihemed wiha axivî:"Li Navçeya Bilbilê jî gel heta dawî li berxe da. Li vir ji şervanan xwarin dihat çêkirin û piştgiriyek mezin dihat dayin. Perwerde û xwebirêxistin tevî hemû şertên dijwar de heta ku ji destên me hat me dewam kir. Niha jî bi heman şêwaz û têkoşînê em li berxwe didin û bejna xwe natewînin."
 
'Em ê tu carî dev ji berxwedana xwe bernedin'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Cindêrisê Hesna Hesen li ser berxwedana Cindêrisê wiha dibêje:"Li Cindirisê berxwedana gel bi baweriyek mezin dewam kir. Perwerde, xwebirêxistinkirin û têkoşîna gel heta roja dawiyê dewam kir. Gel tevî hemû talankirin û qirkirinê li ser piyan man. Piştî ku gelê Cindirisê derbasî Şehbayê bûn şûnde jî berxwedanê dewam kir. Em ê tu carî dev ji berxwedana xwe bernedin."
 
'Niha jî em bi hêz û îradeyek xurt berxwedana xwe didomînin'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Şerayê Ferîde Mihmed got:"Tevî hemû êrîşên hovane û dijmirovî me li berxwe da. Neheqî û zilma ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve pêk hat gav bi paşde neda avêtin. Her berxwedana me zindî ma. Niha jî em bi hêz û îradeyek xurt berxwedana xwe didomînin."