KPC'ê û xwendekarên Efrînê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin

  • 17:10 17 Çile 2019
  • Rojane
ŞEHBA - KPC'ê derbarê salvegera êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê li Gundê Babinsê yê Şehbayê meş li dar xist. Di meşê de daxuyanî hat dayin. 
 
KPC'ê derbarê salvegera êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê li Gundê Babinsê yê Şehbayê meş li dar xist. Di meşê de daxuyanî hat dayin. Endamên KPC'ê, xwendekar û welatiyên Şehbayê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pankartên "Efrîn di dil de ye","Bê ziman jiyan nabe" hatin hilgirtin. Meşê heta stadyuma Gundê Babinsê dewam kir. Di meşê de daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama KPC'ê ya navçeya Ehdasê Dicle Weqas ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Wek gelê kurd li ser axa Mezopotamyayê ji destpêka dîrok û mirovahiyê ve em li vê erdinîgariyê dijîn, heta roja îro jî kes li rastî dagirkeriya Kurdan nehatiye, me ax, welat û erdê kesî dagir û talan nekiriye, hilneweşandiye. Her wiha çi gelên li ser vê axê cîran bûye têkiliyên me her tim li ser bingeha mironahiyê, gerdûnî bûye. Lê gelê Kurd her bi êrîş û qirkirinan rû bi rû hatine hiştin. Mînaka herî dawî Efrîn e. 
 
Gelê Kurd li dijî êrîşan bi hêz û baweriyek mezin li berxwe da. Li dijî dijminê mirovahiyê, DAÎŞ'ê gelê Kurd têkoşînek mezin da. Dê têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a li dijî dagirkeriyê bidome. Dê tu kes nikaribe îradeya azad a gelê Kurd tune bihesibîne."
 
Di dawiya daxwiyaniyê de berxwedana Leyla Guven a çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin hat slavkirin. 
 
Meş bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo","Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.