Pêşangeha ji bo salvegera Efrînê hat lidarxistin

  • 16:48 17 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Em bi hev re Efrînê azad bikin" Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo salvegera Efrînê pêşangeh li Qamişloyê hat lidarxistin. 
 
Bi dirûşma "Em bi hev re Efrînê azad bikin" Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo salvegera Efrînê pêşangeh li Qamişloyê hat lidarxistin. Sazî û dezgeyên sîvîl, Endamên Rêveberiya Xweser û bi sedan welatiyên li Qamişloyê beşdarî pêşangehê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, li ser navê Yekîtiya Suryanan Îlaham Mitlî, li ser navê Partiya Sûriyeya Pêşeroj Şêrîn Xelîl, li ser navê Buroya Jinê ya MSD'ê Lîna Berakat, li ser navê Yekîtiya Demokratîk ya PYD'ê Rozelîn Bekir axivîn. 
 
Di axaftinan de hat gotin ku heta Efrîn rizgar bibe dê berxwedan bidome û gelê Kurd  dê tu carî serî netewînin. 
 
Herî dawî sinevizyon hat temaşekirin.