Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têkiliya Abdullah Ocalan bi cîhanê re qut kirine

  • 14:54 17 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Hevdîtina di 12’ê çile de rakirina tecrîdê pêk neaniye. Hevdîtin nayê wê maneyê ku tecrîd rabûye.” 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 12’ê Çile de çû Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek nivîska weşand. 
 
Daxuyaniya Asrinê wiha ye: “Di 12’ê Çile de birayê miwekîlê me Birêz Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtinek pêk anî. Wek ku raya giştî jî dizane hevdîtin di şertên li dijî rewşa asayî de û derveyî proseduran pêk hatiye. 
 
Hevdîtia miwekîlê me ya bi malbata xwe re piştî 5’ê Nîsana 2015’an bû cara duyem pêk tê. Hevdîtina din li ser fişartiya li ser raya giştî pêk hat di 11’ê îlona 2016’an de pêk hat. Wê carê jî hevdîtin bi mebesta rewşa jiyana wî kurt pêk hatibû.
 
Tecrîda giran 
 
Birêz Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Heta niha 781 serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê hatine redkirin. Ji adara 2015’an vir ve bi tu awayî bi 3 miwekîlên me din ku neqlî Îmraliyê hatibûn kirin hevdîtin nehatiye kirin. 
 
Serlêdana me yên ji bo li gel Birêz Ocalan heta 15’ê Tîrmeha 2016’an bi hêcetên ‘keştî xerabe ye’ û ‘muxalefeta hewayê’ dihatin redkirin. Piştî îlankirina OHAL’ê ya di 20’ê tîrmeha 2016’an vir ve bi biryara dadgehê hevdîtinên me hatin redkirin. Ji bilî hevdîtinê tu amûrek ragihandinê jî nayên qebûlkirin û hemû hatine astengkirin. Ev rewş tê maneya ‘Tecrîda şidandî.’ 
 
Îmralî qada li dijî hiqûqê ye
 
Hiqûq li ber çavan nayê girtin. Li dijî kes bi awayek taybet van pêkanînan li pêş dixin. Li Îmraliyê heta îro gelek mînakên van pêkanînan qewimîne. Girava Îmraliyê ya ku Birêz Ocalan lê tê ragirtin bi awayek dij hiqûqî û dij qanûnî bi şiklê kêfî tê birêvebirin. 
 
CPT Û DMME piştgiriyê didin pêkanîna tecrîdê  
 
Li dijî vê tecrîda şidandî û hemû pêkanînên li Îmraliyê saziyên berpisyar ên navnetewî jî bêdeng dimînin. Bertekek têr nîşan nadin. Hestiyarî nîşan nadin. Di serî de DMME û CPT ji vê yekê berpirs in. Ev pêkanîn gihîştine asta îşkence ye. Der heqê van pêkanînan de biryar nayê dayîn û ya jî biryarên tên dayîn bi awayek têr nayên şopandin. Ev rewş jî piştevaniyê dide ku tecrîda şidandî bê kûrkirin. Ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Îmraliyê ne li gorî zemînek qanûnî statûye girtîgehê nîne. Li vir inşaya pergalek li dijî hiqûqê hatiye avakirin. Ev pergal her roja ku diçe tîr dibe. Her tim vê pergalê li ser piya digirin. 
 
Hevdîtinê tecrîd bi dawî nekiriye 
 
Di vê çarçoveyê de birayê miwekîlê me Birêz Ocalan, Mehmet Ocalan di 12’ê Çile de hevdîtinek li Îmraliyê pêk anî. Ev hevdîtin têkildarî mafê jiyanê û tendûristiyê pêk hatiye. Ev hevdîtin jî nayê wê maneyê şertên Tecrîda Şidandî hatine guhertin û ji holê rabûye. Berevajî vê yekê tam 28 meh şûn ve hevdîtin li gel Birêz Ocalan pêk hatiye. Her hevdîtinek li gel Birêz Ocalan pêk tê pêşketinek e û nayê biçûkkirin. Xwedî girîngiyek xwe heye. Bendewariya civakê û raya giştî jî vê cîdîbûnê daniye holê. Wateya hebûna birêz Ocalan a ji bo civakê carek din jî xwe da nîşandan. Ji ber rewşa kêfî û pêkanînên dij hiqûqî nayê xuyakirin ku dê carek din kengê hevdîtin pêk were. Me wek parêzerên Birêz Ocalan di 16’ê Çile de serî li dozgeriyê da ku biçin hevdîtinê bikin, lê bes carek din serlêdana me hat redkirin. 
 
Têkiliya wî bi cîhanê re qut kirine 
 
Pêwendiya Birêz Ocalan a bi cîhanê re hatiye qûtkirin. Li gel vê yekê jî hemû mafên hiqûqî û qanûnî ji holê hatine rakirin. Hewcedariya hiqûqiyê ku hemû mafên qanûnî yê miwekîlê me Birêz Ocalan bên tesîskirin.”