Hat îdiakirin ku qeydên hilbijêran ên li Heskêfê hatiye jêbirin
- 13:55 17 Çile 2019
- Rojane
ÊLIH - Hat îdiakirin ku do ji êvarî şûnde qeyda 100 hilbijêrên li Heskêfê jê hatiye birin.
Li gelek bajarên kurdan qeydên leşker û polîsan ên ji bo hilbijartinê tên çêkirin. Her wiha di destêpêkê de Sêrt li gelek bajaran qeydên hilbijêran jê dibin. Hat îdiakirin ku do saet di 16.30 de ji sedî zêdetir qeydên hilbijêran hatiye jêbirin. Hat gotin ku gelek hilbijêr ji bo vê yekê çûne qeymeqamtiya Heskêfê.
Komek hiqûqnas û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bi vê mijarê mîjûl bibin çûne Heskîfê.