Li Mizgeftên Dêrezorê belgeyên ceza yên DAIŞ'ê

  • 12:45 17 Çile 2019
  • Rojane
DÊREZOR - Li mizgefta Gundê Şeafe yê girêdayî bajarê Dêrzorê, belgeyên ceza ku çeteyên DAIŞ'ê li gel biriye daliqandî hatin dîtin.
 
Li bajarê Dêrezorê ku çeteyên DAIŞ'ê pêkanînên dijmirovî  li ser gel pêk dianîn, piştî ku gundê Şeafe ji aliyê Hêzên Sûriya Demokeratîk (QSD) ve hat rizgarkirin, li mizgefta  vî gundî hin belgeyên ceza ku çeteyên DAIŞ'ê li gel birî bû daliqandî hatin dîtin.  Di her belgeyekê de jî nivîsên ji quranê hatine nivîsîn ku dixwazin diyar bikin ev ayetên quranê ne û islemiyetê qaşo didin meşandin.
 
Li ser belgeyan wiha hatiye niîsandin: "Cezayê kesên ku derewan dikin 80 caran lêdana bi qamçî, Ger ku kesek derbarê kesekî de titşekî bibêje divê 4 şahidan bîne û ger  ku 4 şahidan neyîne dîsa 80 qamçî divê lê bêdayîn, kesê ku diziyê bike wê destê wan ê rastê bê jêkirin û 40 qamçî li wan bê dayîn, kesê ku şerabê vexwe 40 çilqamçî wê lê bêdayîn, cezayê fuhûşê recimkirina jin û mêr bi hev re ye, cezayê hevzayendiyê ji jir ve avêtin, şewitandin û recimkirin e û cezayê rêqutkirinê jî kuştin e."