Doza Rojnameya Ozgur Gundemê hat dîtin

  • 11:54 17 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê hat dîtin. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili ku girtî dihat darizandin nehat berdan.  
 
11'emîn danişîna doza Gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin ku Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî di navde 9 rojnameger jê tên darizandin, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di dozê de tenê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnamê Kamal Sancili girtî tê darizandin. Kemal, bi SEGBÎS’ê ji Girtîgaha Tîpa F a Edîrneyê û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya beşdarî danişînê bûn. 
 
Piştî danasîna nasnameyê Kemal Sancili, parastin kir û got: “Qeydên têkildarî materyalên dîjîtal ne gihiştin min. Ji ber vê ji bo amadekirina parastinê ez dem dixwazim. Ez dixwazin rewşa girtina min bê nirxandin û tehliyeya xwe dixwazim.” Parêzerê Kemal Ozcan Kiliç jî xwest muwekîlê wî bê berdan. 
 
Doz hat taloqkirin 
 
Dozger darbarê dozê de mutala da û xwest girtina Kemal Sancili  berdewam bike.  Heyeta dadgehê daxwaza berdana Kemal Sancili red kir û doz taloqî 10’ê Nîsan kir.