Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 71'emîn de ye
- 11:47 17 Çile 2019
- Rojane
AMED - Li gel ku çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 71'emîn de berdewam dike, hîna medyaya alîgira hikûmetê hîna bêdengiya xwe xira nekiriye û çalakî nekiriye rojeva xwe.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di 8'ê Mijdara 2018'an de dabû destpêkirin di roja 71'emîn de berdewam dike. Li gel ku roj bi roj rewşa tendirustiya Leylayê ber bi xeterê ve diçe dewletê hîna bêdengiya xwe xira nekiriye.
Medya ker, lal û kor e
Saziyên medyayê yên ku alîgirya hikûmetê dikin heta niha derbarê çalakiya Leyla Guven de ku di roja 71'emîn de berdewam dike tu nûçe neweşandine. Lê ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê di serî de girtiyên din ên siyasî li girtîgehan, li bajarê Fransa Stasbourg, Hewlêr û li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi armanca piştevaniyê li dijî tecrîdê dane destpêkirin bi hemû hêza xwe berdewam dike.
Bi sedan girtiyên ku li girtîgehan bi armanca ku daxwaza Leylayê daxwaza wan e kom bi kom ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger û her roj li van koman komên nû bi heman armancê zêde dibin. Herî dawî jî Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak di 15'ê Çileyê de bi barmanca piştevaniyê li Girtîgeha Kandrayê ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirine.
Piştî hevdîtin ji Leyla Guven daxuyanî
Leyla Guven a ku piştî Hevdtîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehemet Ocalan re kir bi rêya ajanasa me daxuyanî da, diyar kir ku ev hevdîtin nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye û wê çalakiya xwe berdewam bike. Leyla di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Daxwaza me ji serî de diyar e. Em dibêjin bila tecrîda li ser Birêz Oclaan bi dawî bibe, Birêz Ocalan bi malbat, parêzer, heyetên siyasî re karibe hevdtîinê bike û şertên ku ji bo aştî bê mayîndekirin ji bo wî bên avakirin."