Guhertina YSK'ê ya di warê hejmartina dengan de hat weşandin
- 11:10 17 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi biryara derxistî, di hilbijartinên xwecihî de, ku wê 31’ê Adarê pêk bên hin tiş guhartin. Ev guhertin di Rojnameya Fermî ya hejmara mukerrer de hatin weşadin.
Li gorî Giştînameya 138, Xala 43’an Benda Yekemîn a erk û peywirên sindoqan diyar dike, wê kesekî ji hêla serokê/a sindoqan ve hatî peywirdarkirin, yek bi yek zerfên dengan ji sindoqan derxe û bide serokê sindoqê. Wê serokê/a sindoqê beriya ku dengan bibijêre li gorî cûreyê hilbijartinê pûsûlayên dengan biqulibîne û bisenifîne û deyne ser mesê. Piştî ku ev kar qedand, wê rûyê pûsûlayên dengan bi awayekî ku her kes bibîne û bibihîze bên nîşandan û xwendin.
Dîsa pûsûlayên dengan ên ji bo keyatiyê hatî dayîn de, heke hejmara dengan ji dengdêran zêdetir derkeve, wê dîsa pûsûlayên dengan bixin zerfan û bixin sindoqên dengdanê.
Paşê wê hejmareke bi qasî dengên zêde hatî dayîn zerf bên derxistin û bêyî bên vekirin, cuda cuda bên pakêtkirin û girteka vê mijarê were girtin. Piştî karê hilbijartinê qediya, wê ev mijar bê domandin.