Ajansa Nûçe Ciwan hat girtin

  • 11:02 17 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Ajansa Nûçe Ciwan ku li malpera nuceciwan9.com weşana xwe dikir, ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin.
 
Ajansa  Nûçe Ciwan li ser biryara girtinê ya Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Bi nûçe û weşanên xwe em şerê taybet ê dewleta tirk teşhîr dikin. Ji ber vê yekê, bi biryarên derveyî hiqûqê yên hiqûqa tirk a  malpera me timî tê sansurkirin. Em dixwazin ji şopînerên xwe re careke din bêjin; têkoşîna me wê li ser xeta kevneşopiya çapemeniya azad û şoreşger mezin bibe û wê bidome."
 
Ajansa Nûçe Ciwan ji vê adresê dikare bê şopandin: www.nuceciwan11.com