Ji mîtînga HDP'ê ya Amedê re destûr hat dayîn
- 10:35 17 Çile 2019
- Rojane
AMED - Ji mîtînga HDP’ê ya ku di 19'ê Çile de li Amedê bi armanca balê bikişîne ser çalakiya girtiyên ketine greva birçîbûnê û piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê pêk bîne re destûr hat dayîn.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê û balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Demokrasî, Azadî û Edalet" dê di 19'ê Çileyê de mîtîngê pêk bîne. Heyeta Komîteya Amadekar ji bo mîtîngê serî li Walîtiyê dabû. Duh êvarî ji Walîtiyê destûr derket. Mîtînga HDP'ê ya Amedê dê di 19'ê Çile saet di navbera 12.00 û 16.00'an de pêk bê. Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Ramazan Kaval, diyar kir ku walîtiyê destûr da mîtingê û dê mîtîngê di 19'ê Çileyê Roja Şemiyê saet di navbera 12.00 û 16.00'an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Ramazan bang li her kesî kir ku tevli mîtingê bibin û hestiyar tevbigerin.