Ji 2012’an heta 2019’an: Bi rastiya tecrîd û girtîgehê hatin rû hev

  • 09:17 17 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE - Deriyên îmraliyê li gorî pêvajoyê tê vekirin û girtin û li dijî vê bertek tên nîşandan, li girtîgehan sekna herî mezin tê nîşandan. Ji 2012’an heta niha carek din ji civak û rayagiştî re pêşengî kiriye. Ji 2012’an heta 2019’an de pêvajoya ku jinan jê re pêşengî kiriye neguheriye û çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin carek din rastiya tecrîd û girtîgehan tîne rû me.
 
Di 2012’an de yek ji greva birçîbûnê ya herî girseyî pêk hat û 68 rojan berdewam kir. Nêzî 700 girtî bi daxwaza rakirina tecrîdê û perwerdeya zimanê dayikê dest bi grevê kirin û di encama hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Abdullah Ocalan re grev bi dawî bûn.
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde der barê jiyan û ewlehiya Abdullah Ocalan de jî fikar zêde bûn. Ji ber fikaran di 5’ê îlona 2016’an de 50 kes li Amedê ketin greva birçîbûnê. Di 11’ê îlonê de Mehmet Ocalan bi birayê xwe re hevdîtinek kir. Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî polîtîkayên tecrîdê di 8’ê Mijdara 2018’an de li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi grevê kir. Grev li 30 girtîgehê ji aliyê 250 girtî ve tê berdewam kirin.
 
Girtî: Heta tecrîd bidome wê çalakî bidome
 
Di roja 66’emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan li Îmraliyê hevdîtinek pêk anîn. Girtiyan diyar kirin ku heta tecrîd bidome ev hevdîtin tu wateya wê tune û gotin wê çalakiya xwe bidomînin.
 
Ji 2012’an heta 2019’an jin di eniya herî pêş de bû
 
Di 2012’an de parlamenterên DBP’ê piştgirî dan çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê û li her bajarî jî bi pêşengiya rêveberên partiyan li konên hatin vedan deng dan çalakiya girtiyan. Di 2019’an de jî tiştek neguherî û pêvajo dîsa bi pêşengiya jinan didome.
 
Ji rewşenbîran bo hikûmetê bang 
 
Di 2012’an de ji bo piştgiriya grevan ji her derê piştgirî hat dayîn û rojnameger, aktîvîst, xwendekar û rewşenbîran bang li hikûmetê kirin ku daxwazên wan bên cih.
 
Ji zanîngehan piştgirî
 
Xwendekarên ODTU, Enqere û Bogazîçî di roja 48’ê greva birçîbûnê de du rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn û deng dan girtîgehan.
 
Dayikên Aştiyê li ber barîkatan bûn
 
Girseya xwest li ber girîgehê daxuyaniyekê bide rastî êrîşa polîsan hat. Li ser vê parlamenter Sebahat Tuncel û 5 kesên din ketin greva birçîbûnê ya 3 rojan. Polîsan barîkat kişand ber girtîgehê û 15 dayikên Aştiyê ji bo piştgiriya Sebahat û hevalên wê hatin ber girtîgehê. Dayikên ji barîkatê nikaribûn bikevin hundir li alî din yên barîkatê sekinin.
 
12 kes hatin girtin
 
Di roja 49’emîn grevê de li Okmeydani polîsan mudaxaleyê çalakiyê kir û 12 kes girtin. Çalakiya girtiyên 2012’an de ketibû roja 50’emîn û pirsgirêkên tenduristiyê rû dabûn. Lê Wezareta Dadê hîna jî bêdengiya xwe berdewam dikir.
 
Ji hunermendan bang 
 
Roja 52’emîn a grevê de rojnamegerên ji koma ‘rojnamegerên li derve’ li Galatasarayê daxuyanî dan û rojekê ketin grevê. Ji gelek hunermendan jî ji bo çalakiyê piştgirî hat. Hunermendan li Taksîmê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
 
Di 30’ê cotmehê de di nav de Dayikên Aştiyê jî hebûn bi sedan kesî li Okmeydani kon vedan û ketin greva birçîbûnê ya du rojan. Koma di kon de xwestin meşekê pêk bînin lê rastî êrîşa polîsan hatin.
 
Roja 55’an û 10 hezar girtî tevlî grevê bûn
 
Di roja 55’emîn de Koordînasyona Şopandina Girtîgehan li Taksîmê meşek pêk anî. Kom bi meşaleyan meşiyan Qada Galatasarayê. Di daxuyaniya komê da de diyar kirin ku hejmara girtiyên ketine girevê gihiştiye 10 hezarî.
Di roja 60’î de Malên Gel ên Batikenta Enqereyê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) , Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP û TKP 1920 hatin cem hev û diyar kirin ku divê demildest muzakere bên destpêkirin û meşek pêk anîn.
 
Li Taksîmê meş
 
Di roja 61’ê de bi banga BDP’ê re li bajarên cuda meş pêk hatin. Di roja 67’emîn de jî DBP û rêxistinên girseyî yên demokratîk li kolanan bûn.
 
Li Sêrtê bi sedan kes ketin grevê
 
Hevşaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî li avahiya DBP’ê ket greva birçîbûnê ya 2 rojan. Bi sedan kesî piştgirî dan Selîm Sadak. Li Colemêrgê jî grevên birçîbûnê yên girseyî pêk hatin.
 
Ji Enqere û Mersînê piştgirî
 
BDP’a Enqereyê jî li Qada Sakarya dest bi greva birçîbûnê kir. Beriya grevê jî daxuyaniyek çapemeniyê hatibû dayîn.
 
Li Mersînê jî di nav de hevşaredarê Akdenîzê M.Fazil Turk û rêveberên DBP’ê jî hene bi sedan ket ketin grevê.
 
Li Gever û Bedlîsê êrîş
 
Li Geverê polîsan mudaxaleyî daxuyaniya çapemeniyê ya BDP’iyan kir. Li Bedlîsê jî bi armanca piştgiriya grevan meşek pêk hat û polîsan bi av û gazê êrîş kir.
 
Mîtîng pêk hatin
 
Li Cizîr, Sêrt, Stenbol û Wanê mîtîng pêk hatin. DBP’ê diyar kir ku di 11’ê mijdarê de wê li ber hemû girtîgehan kom bibin û di 13’ê mijdarê de bi tevlîbûna Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş li ber girtîgeha Mêrdînê mîtîng pêk hat.
 
Di 13’ê Mijdarê de heyetek jinan a ji hunermend, rojnameger, parêzer û femînîstan pêk dihat ji bo piştevaniya malbatên girtiyan çûn Amedê.
 
Di 18’ê Mijdara 2018’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re derfetê pêkanîna hevdîtinê dît û Abdullah Ocalan banga ‘bila dawî li grevan bînin kir’ û li ser banga wî grev bi dawî bûn. 
 
Greva Leyla Guven jî di roja 71’ê de ye
 
Leyla Guven û girtiyên PKK û PAJK’ê jî ku niha greva xwe didomînin, balkişandin ser tecrîda ku didome û diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe bi dawî nekin.