Ayşe Duzkan: Tevgera jin û karkeran dikare Tirkiyeyê biguherin
- 09:14 17 Çile 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Nivîskar Ayşe Duzkan ku bi pirtûka xwe ya nû ‘05 07’ derket pêşberî hezkiriyên xwe diyar kir ku tevgerên jin û karkera du dînamîkên ku dikarin Tirkiyeyê biguherînin.
Rojnameger femînîst nivîskar Ayşe Duzkan bi hinceta tevlî kampanya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê ya ‘Gerînendiya Giştî ya Nobedar’ ya bi KHK’ê hatibû girtin bû 18 meh ceza lê hat birîn. Ayşe Duzkan niha bi pirtûka xwe ya ’05 07’ derdikeve pêşberî xwendevanên xwe. Ayşeyê behsa pirtûka xwe kir û ji tevgerên jinan bigirin heta tevgerên çep û desthilatdariyê nirxandin kir.
Ayşeyê got tevgerên femînîst ên Tirkiyeyê ji bilî qada xwe bi mijara çînî û mijara Kurd re jî eleqeder dibin û wiha got: “ Sala borî 440 jin hatin qetilkirin. Ev tenê şîdet e. Der barê jinan de pir tişt hene. Em li civînên sendîkayan dinêrin hemû mêr in. Lê beşek mezin a çîna karkeran jin in. Ez HDP’ê ji derveyê vê digirim û dibêjim. HDP ji bo jinan hewl dide. Em li partiyên din dinêrin dîsa hemû mêr in. Jin ne neçar in ku xwe bi kesan bidin ecibandin. Em di esasê de behsa mijara zayendê dikin.”
‘Desthilatdarî dixwaze jinan hepsê malê bike’
Ayşeyê di awiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî destkeftiyên jinan êrîşek ava bûye û wiha got: “Desthilatdarî ideolojiyek ku jin ne çalak e tercîh dike. Dixwaze jin li malê bin. Qe nebe dixwazin bila jinên xizan li malê bin.Keçê wan li Amerîkayê dixwînin. Dibêjin bila hemû jin li malê rûnin lê keçên wan li derveyê welat dixwînin. Ligel vê mêrên xizan jî wisa bi rêve dibin. Lê tevgerên jin û karkeran du dînamîkên ku dikarin Tirkiyeyê biguherine.”