Leman Yurtsever: Zexta civakî pir girîng e

  • 09:09 17 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Sekretera ÎHD’a Stenbolê Leman Yurtsever, diyar kir ku divê daxwazên Leyla Guven û girtiyan pêk bên û got ew wek rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan wê bikevin nava hewldanan û got zexta civakî pir girîng e.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger a Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 71 roj li pey xwe hişt. Di encama çalakiyê de Abdullah Ocalan û Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî û der barê hevdîtina ku hat kirin de tiştek nehat gotin. Girtiyan jî diyar kirin ku heta tecrîd bi giştî ranebe wê çalakiya xwe bidomînin.
 
Şekretera ÎHD’a Stenbolê Leman Yurtsever bi lêv kir ku tevî ku Leyla parlamenter e jî meclîsê pêngav neavêtiye û wiha pê de çû: “Tu kes bê sedem bedena xwe nade ber mirinê. Kes bê sedem naxwaze zirarê bibîne. Ji ber rêbazek din ji wan re nehiştin ew ketin grevê. Bi civakê re bêdengiyek  heye.”
 
Lemanê daxuyakirin ku wek parêzvanên mafên mirovan mafê jiyanê diparêzin û gotin divê her kes guh bide daxwazên kesên di grevê de û got: “Ji bo daxwazên wan bên cih divê em têbikoşin. Divê em ji bo wan tiştekî bikin. Divê ev bêdengî xera bibe. Parlamenterek li ber çavê me dihele. Îradeya 6 mîlyon kesî temsîl dike. Parlamentereke ku erdnîgariyekê temsîl dike ye. Divê demildest tiştek bê kirin.”
 
‘Rêxistinên civaka sivîl bikevin nava hewldanan’
 
Lemanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku saziyên civaka sivîl û mafên mirovan ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin wê bikevin nava hewldanan û got daxwazên wan mirovahî ye û divê demildest helwesta dewletê biguhere.